Civak

General hukumetê tehdît dikin

General û efserên di çerçova doza Balyozê de biryara girtina wan ji aliyê dadgehê ve hatî dayîn naçin teslîm nabin. Ew li gora hukukê revînê, dive li kû derê bêne dîtin wan bigrin û bêxin girtîgehê. Lê ew xwe venaşêrin û teslîm jî nabin. Tenê parêzgerên wan diçin dadgehê û îtirazê li girtina wan dikin. Lê hemi hewldanên wan vale derketin û dadgehê daxwaziyên parêzgerên wan red kir.

Ev generalin ku tiştekî li ser xwe re qebûl nakin hukukê nasnakin. Evin ku yên rêxistina Ergenekon avakirîn û destê wan di xûna bi hezaran insane de heye. Niha çave herkesekî li civîna Şûraya Bilind Ya Leşkerîye, ka gelo wê ev generalên biryara girtina wan hatî dayîn wê bilind bibin yan na.

Tê gotin ku eger ev general ceza nestînin tu asteng di rêya bilindkirina wan de tuneye. Ev beşek ji şerê nav hukumetê û leşkeran de ye. Ka di vê prosesê de kî serbikeve rojên pêşiya me de wê bê xûyakirin. Gelek bûyerên ku dardikevin vî şerê di nav desthilata sivîl û wesayeta leşkerî ve giridaye.

Back to top button