Divê kurd leyiztikên dijmin valê derêxin
Rewş li Tirkiye ber bi xirabiyê ve diçe. Bûyerên di vê dawiyê de li hinek bajarên Tirkan wek, Inegolê, Dortyolê û Antakyayê çêbûyî îşareta tiştên gelekî xirabe. Piştî ku guhertina beşek ji destûrê ketî di rojeva parlementoya Tirkiye û heta biryara referandumê pêvajoyek gelek taybet destpêkir. Ev pêvajo dixweyê heta referendum çêbibe , wê berdewam be. Armanc wekiriye, divê di rêya çêkirina referandumê de asteng bêne peyda kirin. Ji bo çenebûna referandumê yan jî çêbûna referandumê di rewşek awarte de her tiştek tê kirin. Gelek vekirî dezgehên Tarî ji bo şerê Kurd a û Tirk a derêxin di nav pêkanîna pravakasyonek mezin de ne.
Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî gelek vekirî ev provakasyon îlan kir û dezgehên tarî di nav dewletê û di nav civatê de agirê pravakasyonê geş dikin. Li bajaran êrîşê kurdan dikin. Li Dortyolê cihên karên ku ala Tirkî ne dalikandîbe tê şewitandin û xira kirin. Leyiztika dezgehên Tarî wek Ergenekonê û hevalbendên wan vekiriye. Lê di vî warî de divê kurd gelekî hişyar bin, neyên leyiztika van dezgehên tarî û hinek ji kurdan nebin beşek ji van provakasyona. Dema hinek bi nave kurdeyatiyê bibin beşek ji van pravaksyonan gunehê wan, ji yên dezgehên tariyên di nav dewletê de behtir dibe.
Kurd divê gelek hişyarbin û taybetî dema hinek berpirsîyarên BDP-ê daxûyaniyan bidin bila bi berpirsiyar hereket bikin. Bê goman dê kurd li himberî her êrîşekî xwe biparêzin, lê dem û cihê çelakiyên PKK-ê jî divê rewşa kurdan berbiçav bigre. Eger ev neyê kirin dê ew jî bibin parçeyek ji pravaksyonên têne kirin.
Herkesek dizanê ku devlet dixwaze çi bike û bibe astenga çi. Lê dive kurd jî bizanibin çi dikin û berpirsiyarî gavan bavêjin. Bila armanc hilweşandina leyiztika dezgehên tarî be.
Rojevakurd:Xeber Analiz
(D.Bilek)