Gelo li Îraqê darbeya leşkirê pêk tê?
Hêjmareke pisporên biyanî di wê bawerê dene ku îhtimalek mezin heye li Îraqê darbeyeke leşkirê pêkbê, lê hişdarî jî dane ku her hewleke darbeyê, mumkîne encamên xirab jê çêbibin û Îraqê berbi şerê gelêrî bibe, ev jî ji ber ku ti aliyên nava meydana siyasî ya Îraqê li ser dahatûyê vî welatî nelihevhatîne.
Hêzên ewlehiya Îraqê heftiya borî kempîneke fere destpêkirin bo girtina pitirî 600 Îraqiyan bi tawana ku hewla darbeyê dane û li gor zaniyariyan Hikûmeta Sûriyê derbarê vê darbeyê zanyarî dane Hikûmeta Îraqê.
Li gor raporan kevneyên Îraqê ku li serdema Seddam de bêtiriya postên hikûmî û leşkirî girtibûn destên xwe, eşkere kirine ku ew niha tam nîgeranin himber dahatûyê Îraqê bi taybetî piştî destpêkirina vê kempîna binçavkirinê û herwiha piştî çûyîna hêzên Amerîkayê jî.
Hikûmeta Îraqê herwiha tevî vê kempîna binçavkirinê destkiriye bi derxistina kevne endamên partiya Baas ku fermanberên xwandina bilindin. Hikûmeta navendî 145 karmendên Zanîngeha Selahedîn li bajarê Tirkrît derxistin, bi hênceta ku Baasî bûn.
Lêkolerê Siyasî li Peymangeha Independent a Amerîkî ku taybete bi lêkolînkirina siyasetên Amerîkayê li Rojhelata Navîn, Iven Îlandy di wê bawerê de ye ku li Îraqê îhtîmala darbeyê heye, lê naxuyê ku wê bi encameke piozetîv bi dawî bibe.
Ev lêkolerê Amerîkî derbarê vê mijarê taybet bo (Rûdaw) got “mumkîne li Îraqê îhtîmala darbeyê hebe, lê gelo wê hemû aliyên Îraqî bi encama wê qayil bin? Ev e pirsyara girîng, ji xwe eger darbe serketî bû mumkîne îhtîmala pêkhatina şerê navxweyî jî bikeve holê.”
Serokê Wezîrên Îraqê Nûrî Malikî di peyveke televizyonî de, piştî destpêkirina vê kempîna hikûmetê ku dengvedaneke mezin di nava Îraq û medya cîhanî de çêkir, parastina vê kiryara hêzên ewlehiya Îraqê kir û got “di nava hikûmeta me de ciyê wan kesên planan dijî hikûmetê pêktînin, tune.”
Malikî di dirêjahiya axaftinê de retkir ku ev kempîn “kempîneke tayifegerî*” be û amaje da wê yekê ku hijmareke wan kesên beşdarî wê plana Baasiyan de kirine Şiebûn û li navçeyên başûrê Îraqê ku bêtiriya rûniştvanên wan girêdayî mezheba Şiîne, hatine girtin. Ji aliyekî din profesorekî Amerîkî dibêje ku eger ev kempînên girtinê bi sedema plana darbeyê bin, divê Hikûmeta Îraqê hûrkariyên vê darbeyê eşkere bike û meselê nehênî nehêle.
Cîgirê Serokê Peymangeha Aşiyê ya Amerîkî (United States Institute of Peace) û pisporê siyasetên Amerîkayê li Îraq û Rojhilata Navîn, Daniel P. Serwer got “hikûmetê eger belge hene dijî wan kesên wê girtine, divê ew bi zûtirîn dem wan belgeyan bixe ber çavê yara giştî û eşkere bike.” Herwiha lêkolerê navhatî di wê bawerê de ye ku ev bûyer wê yekê îsbat dikin ku Îraqî hêşta hîn nebûne pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin û hertimî wan pişta xwe bi aliyên derveyî girêdaye bo çareserkirina nakokiyên xwe û got “hin xelkên ku bi tundî dijî mayîna Amerîkiyan bûn, niha hawara xwe dighînin wan da wan rizgar bikin ji serkutkariyên ku Serokê Wezîran Nûrî Malikî dijî wan encam dide.”
* Tayifegerî: Tevgera li ser bingeha ol, netew, navçeyî û eşîrtiyê.
Hawar Ebdulrezzaq/Rudaw