DosyaNivîsar

Gelo Kurd û Kurdistanî ji bo serxwebûna Kurdistanê çi dibêjin

Eve demek dirêje Ragihandina dewleta Kurdistanê ya serbixwe, li cîhanê û herêmê tê gotubêj kirin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rojnemevan li Amerika û Ewropayê di derbarê rewşa Kurdistana Başûr û paşeroja wê de dîtinên xwe dibêjin. Di dîroka siyasî ya Kurdistanê de ev cara yekem e, serxwebûna Kurdistanê di rojeva siyasiya cîhanî de tê behs kirin. Hinek welatên Ewropî û Rojhilata Navîn jî dîtinên xwe vekirî tînin ziman. Mixabin hinek alîyên siyasî li Kurdistanê vekirî li dijê ragihandina serxwebûna Kurdistanê xwedî helwestin. Gelek cara helwesta van aliyan girêdayî wletên ku Kurdistan dagirkirîn tê guhertin. Gelek girînge ku Kurd di vê derbarê de dîtinên xwe bi awayek zelal bêjin. Ji bo vê yekê siyasetmedar, rewşenbîr, hûnermend, rojnemevan û hemû dezgeh û partiyên di nava civata Kurdistanê de, dîtinên xwe di vê derbarê de bêjin gelekî girîng e. Em wek Rojavakurd di vê derbarê de, pirsekî arasteyî siyasetmedar, rewşenbîr û Kurdistaniyan dikin. Pirsa  me eve: “ Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?“ Ev pirs me ji hinek kesayetên siyasî ,rewşenbîr kir.her gava bersiva wan bighê destê me emê bighînin xwendevanên xwe û Raya Giştî. Rojevakurd 

Back to top button