Gelo krîza dilî qedera herêma me ye?
Zîn Dincer
Dema dil bi qandì hewcedariya xwe, oksìjené nikari be bistìne û ber bi miriné dikeve, jé re dibéjin krìza dil. Dilé me, li gorì karmendiya me yé rojane, carna kém û carna jì zéde bi hewceyì ji bo oksìjené ye.
Oksijen damarén xwe dişìne dilì, yanì damarén koroner. Ger damarén koroner li pérgí xetimandinek were, wì çaxì dil li gorì hewcedariya xwe oksìjené nastìne. Raçìnkén dilì, yén ku neyèn xwedìkirin, dimirin, karmendiya xwe wenda dikin û dikevin rewşeke weha ku édì nema dikarin xwiyné pompe bikin. Encama vì yekì jì krìzek ber bi miriné ye.
Ger em sedema mirinan yén cìhané, bi tevahì bìnin li ber çavan, nexweşiyén dil û damaré derdikevin holé. Gava em li tevahiya Tirkiyeyé jì binérin, em dibìnin ku 3 milyon nexweşèn dil yén koroner hene. Her kesek ji 7 li hemberì vé nexweşiyé n. Bi tevahì 2.8 milyon kes, li temama Tirkiyeyé bi vé nexweşiyé ketine û salé 170 hezar kes ji ber nexweşiya dilì ya koroner jiyana xwe ji dest didin û % 43 sedema mirinan jì ev nexweşiye.
Dema em li Heréma xwe binérin jì, em dibìnin ku rewşa me ji yén cíhané zédetir bi xetere ye. Di nav van 10 mehén dawìn de yén ku jiber nexweşiyén dilì serì li nexweşxaneyé “Dicle Üniversitesi” danìne 1000 kes in. Heréma me di bin tehdìda nexweşiyek bi mirinì ye. Ev yek qederek e, an jì em di cìhekì de xeletiyek dikin?
Gava em sedemèn nexweşiya dil bìnin li ber çavén xwe, em dibìnin ku sedem ne qeder e û ìhmalek şexsì û civakiye. Di heréma me de hejmara çixare kişandiné bilind e, férbûna xwedìkirinek rast tune ye, em civakek obez in, rewşa jiyanek bi stres, gelé me yè ku berì nexweşiyé naçin nexweşxané, sazmendiyén tendûristiyé û weşanan zéde agahì nadin civaké; ev jì sedema ìhmal kiriné yén herì bingehìn e.
Pisporèn Kardiyolojiyé, di vé mijaré de van şìret û péşniyariyan didin:
-Dawìléanìna çixare kişandiné, hem bi aktìf û hem jì pasìf. – xwe jédûrxistina férbûnén ji: goşté sor, goşté hinavé, rûn, xwé -sporén rojane .
-Kesén ku kìloyén wan zédeye, kìloyèn xwe yén zéde kém bikin. – mérén ku li ser temenè 40’ìne û jinén piştì menopozé, ger di nav malbata wan de nexweşén dil hebe, divé li cem Pisporèn Kardiyolojiyé kontrola xwe yé salane bicìh bìnin. – Divé sazmendì û Medyayé Herèmì di mijaré Tendûristiya Dilì de erkén xwe bicìh bìnin.