Civak

Asayîşa Kurdistanê bersiva propagandeya derew dide

Di derbarê belavkirina nûçeyên nerast de, Civata Ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek pêşkêşî raya giştî kir û tê de tekez kir ku stem û neheqiyeke mezine ku hinek kes bêyî ti agehî û zaniyarî bêyî ku bizanin bûyer û rûdawên heyî çawe diqewmin lê bi tenê bo xizmetkirina berejwendiyên bertesk yên siyasî daxuyaniyan bidin.
 
Civata Ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniyekî de behsa wê yekê kir ku ev demêke Kurdistan di nava qonaxeke gelek hesas deye û alozî û metirsiyên mezin rastî Kurdistanê hatine, mixabin di qonax û pêvajoyeke bi vê rengî de çend Pelemantar di rojên derbasbûyî de bêyî ku wenêrînê û lêkolîn li ser zaniyariyan derbarê rola Civata Ewlekariya Kurdistanê de bikin, zaniyariyên şaş derbarê Civata Ewlekariya Kurdistanê de belav dikin û rola ev dezgeha girîng bi piştgîrî kirina navendên siyasî yên biçûk dixin bin pirsiyaran.
 
Civata Ewlekariya Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve di salên derbasbûyî de bi awayekî berfire wenêrîn bo metirsiyên heyî yên li ser Kurdistanê kiriye û aliyên tikildar jî ji wan metirsiyan hatine agehdar kirin û gelek caran jî raya giştî ji wan metirsiyan hatiye agehdarkirin lê mixabin her heman kes di wan rojan de jî behsa vê yekê dikirin ku ti metirsiyek li ser Kurdistanê de tuneye.
 
Me weke Civata Ewlekariya Kurdistanê derbarê metirsiyên DAIŞê de di dema pêwîst de zaniyariyên pêwîst pêşkêşî aliyên tikildar yên Kurdistanê û Îraqê jî kirine û me beriya her tiştek jî behsa vê yekê kiribû ku vê DAIŞê berê êrîşên xwe ber bi Kurdistanê ve diguhere, Şewirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê jî bi awayekî taybetî behsa wan metirsiyan kiribû bi taybetî di hevpeyvînên xwe yên li gel mîdiyayên cîhanî re bi eşkere behsa wan metirsiyan kiribû û tekez li ser vê yekê kiribû ku lazime hêzên pêşmerge werin pirçekkirin daku bikaribin şerê terorîstên DAIŞê bikin.
 
Li wir lazime ji bo Parlementoya Kurdistanê û raya giştî ya Kurdistanê re eşkere bikin ku civata ewlekariya Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve bi awayekî çalak û aktîf li gel wezareta Pêşmerge beşdariya hemleyên parastina Kurdistanê kiriye û Serokatiya Kurdistanê, civata wezîran, wezareta pêşmerge û aliyên din jî agehdarê vê yekê ne.
 
Di meha derasbûyî de jî Civata Ewlekariya Kurdistanê bo hemahengî kirin bo lêdana terorîstên DAIŞê roleke gelek girîng lîstiye û bi awayeke raste rast jî Efserên Civata Ewlekariya Kurdistanê di nava eniyên şer de beşdariya şer kirine û çen Efser jî şehîd û birîndar bûne lewre em ew yek bi stem neheqiyeke mezin dizanin ku hinek kes bêyî ti agehî û zaniyarî bêyî ku bizanin bûyer û rûdawên heyî çawe diqewmin lê bi tenê bo xizmetkirina berejwendiyên bertesk yên siyasî daxuyaniyên bi vê rengî bidin.
 
Jiber hesas bûna babetên tikildar bi karûbarên leşkerî em nikarin ku tevahiya hewldan û çalakiyên civata ewlekariya Kurdistanê bo raya giştî eşkere bikin lewre daxwaz ji Parlemen, Serokatiya Parlemen dikin ku serdana me bikin daku bizanin hewl û çalakiyên me çîne.

Back to top button