Nivîsar

Gelo kiryarên PKKê ji bo gelê kurd e?

Di van demên dawî de hinek bûyer dibin ku mirov nikare wan bûyêran bi aqilî bide zelalkirin. Heger em li dîroka vê şerê qirej binerin em ê bibînin ku gelek bûyer û kiryar heta îro nehatine zelalkirin û di tarîtiyeke zelemat de mane. Bûyêra kuştina 33 leşkerên li riya Çebexçûrê, bûyera Reşadiyeyê, bûyera avêtina ser hin gundan mîna gundê Hawêl (Baykan) Destomî, bûyera bombeavêtina ber dibistanek li Amedê, bûyêra sivîlkuştinan li Kizilaya Enqereyê, bûyera kuştina 12 leşkeran li Mifarqînê, bûyera kuştina 4 keçikan li Sêrtê û gelek bûyêr û kiryarên din…

Bûyerek hê nayê jibîrkirin bûyerek dî çêdibe. Berî çend rojan li bajarê Sêrte 4 keçikên ciwan û bihêvî, bê sûc û bê guneh ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin berikbarandin û di vê berikbarandinê de hatin kuştin.

Malbatên van keçikan alîkarê BDPê bûn û ne dijî kiryarên PKK bûn. Me malbata du xwişkan ku di vê berikbarandinê da hatin kuştin nas dikir. Yek ji wan keçikan hevala xûşka bûka me, hevala herî qenc bû. Bi dil û can azadî, wekhevî, aşîtî û biratî dixwest. Dijî şer bû û ne dixwest kesek di vî şerê qirêj da were kuştin. Dema leşkerek dihat kuştin gelek xemgîn dibû. Dema gerîlayek jî dihat kuştin dîsa pir xemgîn dibû û dixwest rojek zûtir ev şerê qirêj were sekinandin û aşîtiyek were damezirandin. Evê keçika aşîtxwaz nedixwest kesek were kuştin. Dema gerîlayek dihat kuştin hêstirên çavan dibarand û gelek xemgîn dibû. Ji bo PKKê jî sempatî nîşan dida. Ma çi dizanî bû ku dê ew bixwe ji alîyê wan kesên ku ji bo wanan digiriya û xemgîn dibû ve were kuştin, cîhana wê were tarîkirin, malbat were wêrankirin?

Malbat ji di vê baweriyê de bû ku PKK ji wan e, ji bo gele Kurd şer dike. Kengê malbat bixwe dît ku PKK ji bo kuştina wan heldide û kiryaran dike, aqilê wan hat serê wan belê êdî dem ji demê borî bû. Kengê dîtin ku kezeba wan şewitî û agir bi dilê wan ket wê demê bavê malbatê di dema sertêdana BDP ku ji malbatên wan keçên bêguneh sersaxî bixwaze, çadira sersaxiyê terk kir û sertêdana BDPê protesto kir.

Hey gelê Kurd, pêwîst e hûn kiryarên xirab her dayîm protesto bikin û rê ji kiryarên xirab re bidin girtin, bidin asêkirin û bidin qewîkirin. Çavên xwe ji kiryarên xirab ên PKK negirin û herin ser van kiryaran, xetayên PKK bidin ber çavên wan.

Pêwîst e hûn meydana tirsê terk bikin, diwarê tirsê hilweşînin, derkevin meydana bêtirsiyê. Li dijî kiryarên ne qenc ên PKKê jî li dijî kiryarên dewletê jî bê tirs, bi qehremanî derkevin û kiryarên wanên neqenc bidin ber çavên wan, heger nebînin, bikin çavên wan, heger çavên kor bin, bila kortir jî bibin. Dema bûyêra kuştina çar keçên hêja û bêguneh hat holê, medyaya kurd, tirk û cîhanê li ser sekinî bi firetî, hûr û kûr anî ziman. Medya tirk vê kiryarê dijî PKKê, dijî welatparêzên kurd bi awayek dijminatî bikaranî, weşand û neyartiyeke gelek mezin li dijî wan pêk anî.

Belê hinek bûyer û kiryarên manîdar jî hene ku medya li ser nasikine derbaz dibe diçe. Li gundê me Minar (dewleta Tirk navê gundê me yê dîrokî Minar kiriye Dilektepe) ku bi navçeya (qeza) Havêl (Baykan), bi parêzgeha (wilayeta) Sêrtê ve girêdayî ye, bûyerêk dîsa ji alîyê gerîlayên PKK ve tê pêkanîn ku ev bûyer û kiryar dijî gelê Kurd e, şewitandina gel, malxirabkirin û malkambaxkirina gelê me ye.

Gundiyek me bi navê Dursin ku ji bo malbata xwe, ji bo ziktêrkirina zarokên xwe dixebite û bi erebeya xwe gundiyên xwe dibe bajara Sêrtê û tîne, bi sê kesên di ereba wî de, bi şev ji aliyê heşt gerîlayên PKKê va têne sekinandin. Gerîlayên ku ji bo gele Kurd şerdikin (!) Dursin û sê gundiyên di erebeya wî de ne digrin ji wan ra dibêjin hûn ê mecbûrî herin bi aliyê qereqola Minarê ve, negihîjin qereqolê û ji wê bizivirin di gundê Dêreba de werin gundê Girdikan û ji wê jî herin Şêx Elîyê garisî.

Dursin û her sê hevalên wî wek gotina gerîla dikin û di wê şevê da li wan ciyên gerîla ji wan re salix dane digerin û têne ziyareta Şêx Eliyê Garî. Gerîla çavên çar gundiyên Minarî bi egalan girêdidin û erebê ji wan distînin, dibin. Çar gerîla li ba çar gundiyên me li ciyek bi ewle disekinin û çar gerila jî bi ereba Dursin diçin ser qereqola Weysilqeran digrin, qereqolê gulebaran dikin. Leşker jî gerila gulebaran dikin û bihevcûnek di navbera wan da çêdibe. Gerîlayên mê
yên aqilmend kodplakaya dolmîşê vekirî dihêlin, ser plakê tarî nakin. Cendirme plaka dolmîşê digrin. Çewa hebe bi dîtina wan Dursin û sê gundiyên Minarî ne hevalê wan in û bi dîtina wan werin girtin, bikevin heps û zîndanan, gundiyên Minarî tev ji tirsa bibin alîkar û hevalbendên wan. Dursin û hevalên wî werin girtin, werin êşkencekirin, werin hepis û zîndankirin ji wan re ne derde, ne jî xem…

Gerîla, piştî bihevçûna navbera wan û leşkerên Tirk cardin ereba Dursin tînin didinê, jê û hevalên wî re tiştek nabêjin û ecele durdibin diçin. Dursin û hevalên xwe nizanin ku gerîla bi ereba wan çi kar kirine û ji kiryarê bê hayîdar dikevin riya gunde xwe. Dema digîjin zîyareta Şêx Elîyê Garisî ku Minar 10 deqe dûr e, cendirmeyên ku ketine dû gerîlayan, li ziyareta Şêx Eliyê Garisî rastî erebeya Dursin tên û dibînin ereba ku qereqola Weysilqeran berikbaran kiriye ev erebe ye û di erebê de cihê lêketina guleyan heye.

Çawa tê gotin bi ereba Dursin va xwîna gerîlayên birîndar jî hebûye. Ji xwe erebe nikare were veşartin çimkî erebe jî hatiye berikbarandin û her cî ji berikan qul bû ye. Li Ziyareta Şêx Elîyê Garisî, cendirme her çar gundiyên me yên rêwengî digrin dibin qereqola Weyselqeranî, dikin bin çav. Dursinê belengaz ku ji tiştek ne hayîdar e tê tewqîfkirin, sê gundiyên me yên bêguneh tên berdan.

Belê nexapin, roja dî ev sê gundiyên me dîsa tên girtin û her sê jî hatin tewqîfkirin. Ev kes hatin êşkencekirin an na kes nizane. Ez hêvîdar im ku Dursin û hevalên xwe rastiye gotibin.. Belê ez ne bawerim ku ji tirsan rastiyê bêjin.. Wisa xuyan e ku Dursin û kesên girtî ditirsin û rastiyê nabêjin. Heger Dursin û hevalên xwe rast bi rast li qereqolê negotibin ku gerîlayên PKK dolmişa wan bi zorê ji wan standine û çûne ser qereqolek, ew nikarin zû bi zû werin berdan û dê wekî kesên “terorîst” bêtin cezakirin, navê wan terorist were derxistin.

Di nav gundiyan de tê gotin, sê kesên ku ji bo rojek hatibûn berdan gotine ku ev bi ereba Dursin li ser gotina gerîlayan çûne nêzi qereqola Minar û zivirî ne, qereqolê wan dîtiye û agahdarî daye qereqola Weyselqiran, gotiye ewletiya xwe bigrin vaye erebêk li van derdora digere. Dîsa gundî dibêjin ku qereqola Minar ketiye pey erebeya Dursin û bi ku va çûye agahdarî daye qereqola Weysilqiran. Dema bi şevê mirov li newal û çiyayan bi erebeyê bigere, ji qereqola Minar kes ji dûr va meriv nabîne. Cihên ku erebeya Dursin lê geriyaye ji qereqola Minar naxuyên. Pêwîst e yek bi erebeyê bikeve dû wan û bizanibe ka ew diçin kuderê? Ev jî bê îmkan e, çimkî şeve û bi şev dema erebeyek li dûv mirov were, balkêş dibe û ronahiya şewqa wê erebeyê dibîne.

Li vira yan yek ji çar gundiyên Minarî yan jî yek ji gerîla qereqola Minar agahdar kirine. Belê mirov fikir dike gelo kî agahdarî da qereqola Minar? Yek ji gerîlayên PKK an jî, ji çar kesên Minarî? Çar kesên Minarî hatin tewqîfkirin û meriv şibheyek mezin û zelal ji wan nake. Fikra mirov dimîne li ser gerîlayan. Dî jî ev bûyêr ne qenc zelal e.

Halbikî ti ha û gumanê Dursin û hevalên vî ji berikbarandirina qereqolê tune, ha û gumanê wan ji siyasetê tune. Belê navên wan li cem dewletê “terorîst” hat nirxandin û heta li jiyana vê cîhanê sax bin, dewlet dê ji van kesan şiphe bike û ev kes li ba dewletê hatin dexmekirin.

Zarokên van kesan hatin perîşankirin û malkambaxkirin. Gelo PKK dikare viya fikir bike û perîşankirina gele xwe qenc bibîne e? Ez hêvidar im ku PKK perîşankirina gelê xwe qenc bibîne, çavên xwe veke kiryarên gerîla baş binirxîne û piştî xetayên gerîla, ji gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze, gerîlayên di nav xetayê de ne ceza bike.

Dema bûyer hatin pêkanîn, kiryar hatin kirin feyde û maneya lêborînxwestinê namîne, heger kesên ku van kiryarên neqenc û nebirê dikin neyên cezakirin. Qeweta herî mezin ji PKKê re gelê Kurd e. Gelê Kurd fedakar û cefakar e. Gelê Kurd ji dostên xwe re diçe mirinê. Belê dema gelê Kurd bi xwe bihîse ku dost neyartî dike êdî xwe jê dûr dike û heta ji dest were gerewa xwe nahêle li erdê. Were bê fikir û raman 4 keçên welatparêz, aşitîxwaz û alîkar bide ber berik û kumberan, bikuje, ji holê rake û ji malbata wan lêborîna xwe bixwaze, belê kesên van keçên nûciwan kuştin ceza neke, ji wan re tiştek nebêje?

Ji bo hin xetayan lêborîn tê xwestin. Belê ji bo kuştinê lêborîn nayê xwestin. Were xwestin jî kesên kuştî û mirî êdî ranabin. Meriv ji bo tiştek lêborîn dixwaze ku bikaribe wî tiştî wek ewil bike, belê tu kes nikare mirî rake û ji bo mirinê lêborînxwestin bêfeyde ye.

Em dîsa werin ser bûyêra çar kesên Minarî. Ji bilî Dursin sê kes roja din hatin berdan. Li goriya gotinan ku bi rasti qenc nizanim, gerîlayên PKKê gotine ku ew ê ji Minariyan xwe dûr nekin û dema kesek Minarî bikeve destê wan ew ê wî kesî birevînin, ew ê zorî bidin Minariyan.

Di gundê Minarê de bi salan in korîcî (cerdevan) tunin. Gundê Minar ji roja destpêka şer heta îro ji aliyê PKKê ve nehatiye acizkirin û ji aliyê dewletê va jî nehatiye xirabkirin, şewitandin û wêrankirin. Minar li himberî PKK û li himberî dewletê dengeya xwe gelek qenc girtiye û jiyana gundiyen xwe domandiye. Minar gundek welatparêz û pêşverû ye. Di gundê Minarê de gelek kesên xwendevan, zana, pêşverû, welatparêz, nivîskar, helbetsvan (şa’îr) û pispor hene. Çar gerîlayên ku dibêjin em ji bo gelê Kurd şer dikin nikarin rêzaniya van kesên hunermend ê pispor bikin. Her kesek xwediyê berpirsiyariyek e û pêwîst e herkes berpirsiyariya bizanibe.

Heger çar gerîlayên ku guhdariya fermandarên xwe jî nakin, bêsiyanetî bi gelê Kurd re jî dikin, keçên sempatîzanên xwe jî dikujin, çavên kesên dilxwaz digirin, bi erebeyên wan diçin li qereqolan didin û dibine sebeba perîşankirina van kesan, dibine sebeba melûlkirina jin û zarokên Kurdan, rabin di riya sîyasetê de, di riya gelemperî de, di rêya civakî de biryaran bidin û serbixwe hereket bikin, dê dilxwaz û alîkarên xwe ji xwe dûr bikin, serkaniya ava xwe ziwa bikin, zerarê bidine gelê xwe, rêberên xwe, serokên xwe û partiya xwe.

Pêwîst e rêber, rêzan û berpirsiyarên PKKê ji vî hal û karê ne qenc re çareyekê bibînin, bi van kiryaran gelê Kurd ji xwe dûr nekin.

4ê kewçêrê 2011

Mamoste Kazim (Ep)özdemir

 

*http://www.nasname.com/kr/9856.html

 

 

 

Back to top button