Cîhan
Tirkiye kuştina Temo şermezar kir
Wezereta derve ya Tirkiye kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo şermezar kir.
Wezereta derve ya Tirkiye di derbarê kuştina Mişel Temo de daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de xemginiya xwe da xuyakirin.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyede tê gotin: Kuştina Mişel temo hewldaneke ji bo tefandina muxalefetê li Suriye. Em kuştina Mişel temo bi tundî şermezar dikin.
Herweha di daxuyaniyede hat ragihandin ku, Surî bi şîdetê nikarê rastiya heyî biguherê.Divê ji bo civatik demokratik û piralî rêya diyaloge bête holbijartin.