Civak

Sûriyê deriyê xwe yê sînor girt

Sûriye, nahêle ku hevwelatiyên Tirkiyê di Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî Sûriyê bibin.
Hevwelatiyên navçeyê jî dibêjin ku Sûriye amadekariya qetlîamên mezin dike lewra sînor daxistiye.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Nisêbînê Murat Girgin ji Ajansa Anadolu re got: ‘’Ji şevê din ve ji ber wan bûyerên ku li Sûriyê diqewimin berpirsên Sûriyê nahêlin ku hevwelatiyên Tirkiyê di Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî welatê wan bibin.’’

Hat zanîn ku kesên hatine deriyê sînor ji bo derbasî Sûriyê bibin, ji aliyê berpirsên Sûriyê ve bi paş de hatine vegerandin. Herwiha rayedarên Sûriyê nahêlin ku hevwelatiyên wê jî derbasî Tirkiyê bibin.

Deriyê sînor di navbera Nisêbîn û Qamişlo de ye û rojane gelek hat û çûn di wî sînorî re dihat kirin, lê wek hevwelatiyên navçeyê dibêjin; Sûriye ji tirsa ku kirdarên dezgehên ewlekariya rejîma Esed eşkere nebin, deriyê sînor girtiye û amadekariya qetlîamên mezintir dike.(Xeberenkurdi.com)

Back to top button