Terokirina Temo dibe sedemê berfirehbûna şidetê
Serokatiya parlamentoya Kurdisan terorkirina siyastvan û çalkavanê rojavayê Kurdistanê Mîşêl Temo ku, roja îniyê bi destê emina sûrî hat teroro kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi dijwarî şermezar kir.
Serokatiya perlamntoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de debêje ku di demkê de ku li Rojhilata Navîn hind nemaya bayê demokrasyê sîstema siyaseta totalîter jinav bibe û maf û azadiya bi xwe re bîne lê:
– Mixabin desthilatdarên Sûryeyê li dijî wê rewşê reftarê dikin û bi hemû awayî, ji bona bêdengkirina dengê nerazîbûna cemawrî ku roj bo rojê berfireh dibe, dest daye bikaranîna şidetê û kuştinê û kar gihiştiye wê astê ku çalakvanên siyasî û kesatiyên welatperwer bikin armanc û êrîşan bikin ser û terror bikin. Ew bû roja îniya çoyî têkoşer û kestiyê navdarê siyasiyê kurd Mîşêt Temo li bajarê Qamîşlo terror kir. Bi baweriya me terorkirina Mîşêl Temo berdefkê fermî yê Şepola Paşerojê a Kurd û endamê civata niştimaniya opozisyona Sûryeyê bi tu awaî di berjewedniya tu terefan nine û dê bibe sedemê berfirehbûna bazineyê şidetê û gelê sûrî ber bi paşerojeke nediyar bibe.
– Em li serokatiya parlamentoya Kurdistanê terorkirina Temo û hemû havwelatiyên medenî li Sûryeyê şermezar dikin û bi a me şidet tu carî nikare asayîş û aramiyê pêkbîne.
Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe dibêje ku gelê kurd li Sûryeyê di dirêjahiya dîrokê de, weke pêkhateke resen a wî welatî, di ber bi pêşvebirin û avadanakirina Sûryeyê de bi awayekî rasteqîne beşdarî kiriye:
– Piştî alozbûna rewşa Sûryeyê jî, gelê kurd bi aramî û demokrasî daxaza mafên xwe yên rewa kiriye û xwe ji bikaranîna şidet dûr xistiye. Gelê kurd dixaze digel pêkhateyên din yên gelên sûrî paşerojeke baştir û geştir bi welêt dabîn bike û rola xwe di di guhertinên welêt de hebe.