Mîranî encamên serdana Bexdayê eşkere kirin
Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, ragehand ku şanda kurdistanî di serdana xwe ya Bexdayê de kariye rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ku, ew demek bû aloz bibûn û hinek serkirdeyên İraqî jî li dijî kurdan tevdigeriyan, hinekî aram bike û got: ‘’Bêyî Kurd nikarin welat birêve bibin.’’
Piştî şandeya kurdistanî ji Bexdayê vegeryay Hewlêrê, Fazil Mîranî di preskonferensekê de ku, doh li baregahê polîtburoya PDK-ê hat saz kirin, behsa encamên serdana xwe ya bo Bexdayê kir û got:
– Hebûna kurda li Bexdayê pêwistî bi wê yekê heye ku mercîeteke wan a çespandî hebe, ji ber berpirsên kurd li Bexdayê ne tenê nûnerê kurd in, lewra me lihev kir ku kurd li Bexdayê çavdêriya meseleya şirîkatiyê di pirosesa siyasî de bikin.
Mîranî got ku armanca serdana heyeta kurdistanî bo Bexdayê ku, ji nûnerên PDK, YNK, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Yekgirtua Îslamî û Komela Îslamiya Kurdistanê pêk hat bû, aramkirina rewşa aloza navbera Hewlêr û Bexdayê bû ku hindek ji serkirdên îraqî di wê baweriyê de bûn ku kurd giringiyê bi rewşa siyasiya Îraqê nadin û xwe weke îraqî nabînîn. Mîranî got ku di naustandinan de heyeta kurdistanî helwestê xwe bi zelalî eşkre kir diyar kir ku kurd xwmxorên Îraqê ne û heke ne ji kurdan buya dê hikûmeta îraqê nahata vakirin.
Mîranî got ku wan tekîd li ser qanûna hilbijartina kir û daxaz kir ku divê yasaya hilbijartinan bê serrastkirin, ji ber bi rêya wê qanûnaê neheqiyeke mezin li kurdan hatiye kirin.
Mîranî ew yek jî got ku madeya 140ê, qanûna patrol û gazê, yeksaniya nav rêzên arteşa Îraqê û rola pêşmerge di parastina deverênarîşedar de mijarên sereke bûn di danustandinên bi berprisên çraqî re.