Polîtîk

Kuştina Temo Li Swed hate şermezarkirin

Xuşk û bira, beşdarên hêja!

Bila serê malbata Meşel Temo û serê me sax be!

Bila serê miletê kurd sax be!

Meşel Temo berdevkê fermî yê Tevgera Pêşeroja Kurd û endamê Encumena Nîştîmaniya Hevrika Sûriyê, serkirde û çalakvananê kurd di encama êrîşeke çekdarî de, roja 07/10/2011 li bajarê Qamişlo, hat şehîdkirin. Di dema veşartina terrmê Temo de çend weltparêzên din jî hatin kuştin.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, kuştina Meşel Temo û ya welatperwerên kurd bi tundî şermezar û rûreş dikin.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî piştgiriya tevgêra rizgarîxwaziya Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji bo serkeftinê em yekîtiya netewî mezin tirîn çeka miletê kurd dibînin. Herweha em piştgiriya daxwazên rewa yên hevwelatiyên Sûriyê dikin; daxwaza huriyetê, daxwazên azadî û demokrasiyê, daxwazên rûmetgirtina mafên mirovîn, daxwaza biryardana pêşeroja xwe daxwazên heq û meşrû ne. Em li Sûriyê û li tevahiya Rojhilata Navîn piştgiriya tevgêra azadî û demokrasiyê dikin.

Weke ku me gelek caran gotiye, pirsa neteweyê kurd, pirsa azadî û demokrasiyê bi şidetê û bi kuştina siyasetvanên kurd nayên çareserkirin.
Miletê kurd ne şerxwaz e, miletê kurd aştîxwaz e.

Hikûmeta Baas û rejîma Esat bi kuştina hevwelatiyên xwe nikare li ber daxazên gelan yên meşrû û rewa rê bigre.

Wek Hevkariya Hêzên Siyasî em ji muxalefeta Sûriyê daxwaz dikin ku ew  hîn di destpêkê de, girîngiya çareseriya pirsa kurdên Rojavayê Kurdistanê destnîşan bikin, pirsa çareseriya mafên kurd cidî bigrin û di qanûna bingehîn ya Sûriyê de cîh bidine çareseriya pirsa kurd.

Careke din em terorkirina Meşel Temo bi tundî şermezar û rûreş dikin.

Şehîdên kurd û Kurdistannê nemirin!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!

Bijî kurd û Kurdistan!

09/10.2011

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ

rojevakurd_497639794.jpg

Back to top button