Malikî digel Îranê li dijî PJAKê komîteyek pêkaniye

Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, ji bona jinavbirina çekdarên PJAKê li nav xaka Îraqê û bi taybetî li ser sînorên herîma Kurdistanê komîteyeke hebeş pêkaniye.
Li gor ofîsa serokwezîrê Îraqê, Nurî Malikî di hevpeyvîneke xwe de gotiye ku berî demekê hikûmeta Îraqê digel hikûmeta Tirkiyeyê, ji bona nehîlana çekdarên PKKê li nava axa Îraqê, komîteyeke hevbeş pêkaniye.
Herwesa Malikî gotiye hikûmeta Îraqê digel îranê jî lihev kiriye ku, jib o jinavbirina çekdarên PJAKê li nav xaka Îraqê û bi taybetî li ser sînorên herêma Kurdistanê, komîteyeke wk.e ya digel Tirkiyeyê, digel Îranê jî komîteyeke hevbeş pêtînin.
Serokwezîrê Îraqê di hevpeyvîna xwe de gotiye ku, hikûmeta Îraqê dixaze têkeliyên baş digel welatên cîhanê û bi taybetî welatên cîran hebe û “hebûna çend rêxistinê (terorîstî) di nav xaka Îraqê de nayê qebûl kirin.”