Kultur

Çopî bi straneke îngilîzî li cîhanê navdar dibe

Hunermenda navdara kurd Çopî Fetah di daxuyaniyekê de ji bo Xendanê eşkere kir ku di demeke nêzîk de dê videokilîpeke wê ya nû bi zaminê îngilîzî di kanalê asmaniyê cihaniyê navûdeng Melody bê pexiş kiirn.

Li gor wê peymana navbera  Melody TV  û Çopî Fetah de, ew videokilîp exclusive bo Melody TV be û birayare di naverasta vê mehê heroj çend careke di Melody TV de bê weşandin.
 
Hunermend Çopî ew yek jî eşkere kir ku wê li Libnanê wêneyên videokilîpa xwe girtine û dibêje:
– Dema min biryar de stranekê bi îngilîzî bêjim, pêdvî bû bi başî û profesyonal be ku astê hunera cîhanî be û dengê min bigehîje dervey Kurdistanê, min Libnan hilbijart.

Hunermenda ji bşûrê Kurdistanê û xelka bajarê Kerkûkê ku nuha li Holendayê dijî, got ku armanca wê di jiyanê de ewe ku, ew bi hunera xwe li cîhanê Navdar bibe.

 

Back to top button