Polîtîk

Teyfûr daxaz ji NY kir li dijî Sûryeyê biryarekê bidin

Arif Teyfur cîgirê serokê parlamentoya Îraqê di nameyekê de daxaz ji Konseya Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir ku, ji bona parastina hevwelatiyên sûrî ji destê zolma desthilaedarên Sûryeyê, biryareke derxin.

Teyfur daxaz dike ku Konseya Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî li dijî rijêma sûrî biryareke der bikin û ew birayar desthilardarln Sûryeyê mecbûr bike ku dest ji şidet û kuştina hevwelatiyan berdin û daxaz ji Beşar Esed kir ku dest ji kuştina hevwelatiyên kurd hilgire û ji bona pêkanîna demokrasiyê li Sûryeyê gavan pavêje.

Arif Teyfur endamê serkirdayetiya PDK û cîgirê serokê parlamentoya Îraqê terorkirina çalakvan û siyasetvanê kurd Mîşêl Temo şermezar kir û got ku di demekê de ku gelê kurd li Sûryeyê bi awayekî aşitîû demikrasî daxaza mafên xwe dike, rijêma sûrî guleyan bersva wan dide.

Back to top button