Polîtîk

Sefîrê Îranê: Nêçîrvan Barzanî kesayatiyek bi bandor e

Sefîrê Îranê yê  Bexdayê Hesen Danayîfer diyar kir ku, têkiliyên Îran û herêma Kurdistanê nehatine qutkirin û ji %60ê têkiliyên aborî yên navbera Îran û Iraqê, di riya herêma Kurdistanê re pêk tê. Danayîfer, serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî wek kesayetiyek bi bandor li Kurdistan û deverê bi nav kir.

Li gorî nûçeya malpera “kurdpress” ku, girêdayî hikûmeta Îranê ye, sefîrê Îranê li Bexdayê Hesen Danayîfer diyar kir ku,  têkiliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê, tenê ew nîne ku di meyda û çapemeniyê de tê behskirin, ji ber ku pêwendiyên her du aliyan hertim di pêşveçûnê de ne.

Li gorî nûçeyê, Danayîfer behsa serdana cîgirê serokê PDKê û serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Îranê kir û got ku,  ew serdanji  bo bihêzkirina têkiliyên her du aliyan û çareseriya arîşeyên heyî bû.

Danayîfer, Nêçîrvan Barzanî, wek kesayetiyek bi şiyan û bi bandor li Kurdistan û deverê de bi nav kir.

Balyozê Îranê ew yek jî diyar kir ku, niha ji % 60ê danûstandinên aborî yên navbera Îran û Iraqê de, di riya Kurdistanê re pêk tê û “min di serdana xwe ya dawî bo Kurdistanê de, digel serokwezîr Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî civiyam û me li ser pêwendiyên aborî, kulturî û siyasî gotûbêj kir.

 

Back to top button