Xwedê îxanet, fesadî û ewaniyê neke para mêrê ciwamêr

Rêzdar Mûşî em we ji nêzve dinasin, me Portreya we ya hêja jî di Malpera xwe de weşandiye. Lê em di destpêkê de hezdikin hûn ji me ra bibêjin Dilbirînê Deşta Mûşê ango Ebdurehîmê Mûşî pir ji çi hez dike?

Kekê ez herî zêde ji: „Yekîtî û Îtifaqek mayînde ya ku di navbera gelê Kurd de pêkwere hezdikim û bi salane ku ez vê hesretê dikêşim”. Her wiha ez pir ji welatparêzan û rastiyê jî hezdikim. Ji ber ku rastî jî Şûrê Xwedê Teala ye. Divê meriv rind bizanibe ku mirovên rast û welatparêz jî navê wan di nav pelên dîrokê de ‘Baqî’ dimîne û ew her dem ji mirovên rast û welatparêz re dibin mînakek mezin. Lewra dema ku navê wan li civatek were xwendin bêguman: „Ewê her dem bi rehma Xwedê Teala werin ‘Yad’ kirin”.

Tiştên ku tu pir zêde jê acis dibî gelo çine?

Ez zehf zêde ji bê edaletî, zilm û îxaneta ku bi gelê Kurd re tê kirin acisim û tu wextê vê bêdadî û îxanetê napejirînim. Lê divê ew kesên ku îxanetê bi qewmê xwe ra jî dikin pir rind bizanibin ku mitleq rojekê dîrok mohra xwe ya reş li ser sîngê wan dixîne û navê wan dixe nav pelên dîroka reş, lewre heya ku dinya avabe êdî ew nikarin xwe ji naleta gelê Kurd xelas bikin”.

Ez li vira dibêjim êdî bes e, îxanetê bi Qewmê xwe ra nekin! Ji ber ku îxanet gunehê herî mezin e û efûkirina wî jî nehêsan e! Kesên ku îxanetê bi Qewmê xwe ra dikin, divê ew jî rind bizanibin ku poşmaniya dawîn  nikare navê îxanetê ji ser wan rabike! Lê belê ez pir zêde ji fesadî û îftirayên ku hinek kesên ewan li mirovên bêguneh dikin jî nefret dikim. Ez dibêjim Xwedê Teala îxanet, fesadî û ewaniyê neke para mêrê ciwamêr.

Hûn di bingeha pirsgirêka Kurd de çi dibînin û girêdayî wê hûn Siyaseta Kurdan çawa dinirxînin?

Bêguman ez bê edaletiyeke mezin, zilm û kedxwarî, nîjadkujî, komkujî û mandelekirina ku li ser welat û gelê Kurd yên mezlûm hatiye kirin dibînim. Jixwe sedemên Raperîna gelê Kurd jî ya li dijî zilmê, ev bê edaletiye. Lewre Kurdên mezlûm îro rabûne ser piyan û doza mafê xwe yê jiyanê dikin.

Lê mixabin Siyasetmedarên me Kurdan di warê siyasî de gelek lewazin, divê demekîzûtir xwe hinekî bihêztir bikin. Lê belê gelê Kurd di hinek qadên girîng de pir bihêz in. Li gor baweriya min, heya ku hemî Rêber û Siyasetmedarên me rind bi pisporî siyasetê nemeşînin, mixabin wê hêza Kurdan yekalî bimîne. Ji ber vê çendêye ku Kurd heta niha ji para mane û bûne pêkeniyê dinya alemê. Gelo emê kengê wek alemê kumê xwe bidin serê xwe û bi pisporî siyaseteke bihêz ji bo azadiya xwe bikin! Ma me hê jî qe ji yek û dudoyên xwe fêr negirtî ye gelo! Birastî ez pir ecêbmayî dimînim. Lewma ez dixwazim li vir hemî Rêber û Siyasetmedarên me hişyar bikim, ji bo ku hûn bikaribin Siyaseteke payedar bimeşînin, divê hûn dev ji kêmasî û xeletiyên şaş berdin û siyaseteke ji sedî sed li gor daxwaza gelê Kurd pêkbînin da ku hûn jî bikaribin ji daxwaza dost û dijminan re bibin bersiveke xurt.

Lê rastiyeke din jî heye divê meriv çavên xwe rind vebike û hinek li siyaseta xelkê jî binihêre. Ma xelk û alem çawa siyasetê dikin, gelo em qet vê yekê nabînin! Hemû alem ji bo berjewendiya welat û netewa xwe siyaseteke rast û dijwar dimeşînin û tu wextê ji mafê xwe tawîzê nadin. Hin dewlet hene hejmara wan Sêsed hezarin ew azad û xwediyê dewletên serbixwe ne. Lê mixabin di sed sala bîst û yekê de hê jî sed mîlyon Kurd bindestin, di bin zilm û zora zaliman de ne!

Divê demek zûtir hemî Serok, Siyasetmedar û Saziyên Kurd xwe bidin ber eynê û jixwe bipirsin, gelo sedem çiye ku em hê jî bindest in?! Bêguman dema ku Serok û Siyasetmedarên me vê sualê ji xwe bikin: „Ewê bersiva vê suala min di xwe de bibînin”. Bêşik ji gelê Kurd çi fîdakarî hatiye xwestin, gelê Kurd bi zêdahî ji xwestekan ra bûye bersiv û heya roja îroyîn fîdakariyên bêhempa kirî ye. Her wiha di her qadê de jî berdêla ku kesî nadaye daye. Lê çima ligel berdêl û fîdakariyên ewqas mezin hê jî negîhaştiye mafê xwe yê rewa û azad?!…

Li vir banga min ev e li Rewşenbîrê me yên Kurd: „Divê êdî em jî bibêjin bes e, bila hemû Serok û Siyasetmedarên me jî siyaseteke rast û li gor berjewendiya Netewa gelê Kurd bimeşînin. Ne ku ji bo kursî û navên xwe pêşengiyê ji me ra bikin! Jixwe pêdiviya me bi siyaseteke wiha vala jî tuneye! Divê rexne û pêşniyarên min rind werin fêhmkirin ku tu armanceke mina xerab nîne. Lewra Rexne û Pêşniyarên min ji bo hemû Serok, Siyasetmedar, Sazî û Rêxistinê me yên herçar parçeyên welêt in”. Rastiyeke din heye ew jî ev e: „Kesên ku fikra wan wek ya hinekên din nebe, em bi çaveke din lê dinêrin! Ma gengaze ku hemî raman bibin yek?! Li gor baweriya min gengaz nîne. Ji ber ku di welatê me de mezheb û baweriyên cuda hene lewra. Lê divê em Kurd jî wek xelkê di qada Neteweyî de bibin yek. Ji ber ku welêt û qedera me hemûşka yeke ezbenî yek.
                                         
Belê mamosteyê hêja ji bo fikra yekbûyîna Neteweyî ez jî beşdarî we dibim, gelo ji bo ku Kurd wek Peymana Lozan’ê cardin neyênxapandin divê Kurd çi bikin?
Wek tê zanîn niho gelê Kurd di „Rewşeke pir dijwar û Awarte re derbas dibe”. Lîstokên pir zêde qirêj li ser gelê Kurd tên lîstin. Ez bawerim ku kesên xwe naskiribin hemû jî di vê ferqê de ne. Divê Kurd êdî ji kesî ra nebin pêlik û neyên xapandin! Her wiha dema ku Kurd çûn ser maseya Aştiyê jî: „Divê pir bi pisporî û hişyarî tevbigerin da ku bikaribin lîstokên wek peymana Lozan’ê vala derxînin û mafê xwe yê rewa bi destê xwe bixînin. Ji bo ku gelê Kurd careke din nebin qurbana cîhana bêdad û zalimên derewîn û dexes, divê Kurd êdî li ser navê biratiya bi derwan nebin qurbana niyeta xwe ya rind! Ji ber vê yekê divê em Kurd ji komkujî û nîjadkujiyên ku di serê me ra derbasbûne fêreke rind wergirin da ku em careke din neyên lîstokên kedxwaran! Lê divê em jîbara nekin, heya ku Kurd mafê xwe yê rewa bi destnexînin û aştiyeke mayînde pêkneyê, divê gelê Kurd dengê azadî û aştiyê bi awayeke demokratîk û li gor hiqûqa mirovahiyê bilindtir bikin. Ji ber ku vê yekê ji bo aştî û azadiyê pir girîng e.

Lê Hemd û Sena ji Xwedê ra ku gelê Kurd di van salên dawîn de gelek pêşde çûye û hebûna xwe bi zalim û kedxwaran daye pejirandin, ango ji asta tunebûnê êdî xwe gîhaştiye asta hebûnê. Lê belê viya jî hê ji bo aştî û azadiya Kurdan têrnekiriye. Divê dengê tekoşîna azadî bê navber were berdewam kirin. Dîsa hemd ji Xwedê ra ku îro parçeyê başûrê Kurdistan gîhaştiye nîv azadiya xwe. Em dibînin ku îro li Sûriyê jî fersendeke pir mezin ji bo azadiya gelê Kurd çêbûye. Her wiha li wir jî Hêzeke Çekdar ji nû ve, binavê: ŞÊRÊN WELATÊ KURDAN hatî ye damezirandin. Vê Helbesta min diyarî wan:
ŞÊRÊN WELATÊ KURDAN (ŞWK)

Destpêk bi Navê Yezdan
Rabûne j‘bo Tolhildan

Lewra dikin Berxwedan
Her bijî ew Serhildan

Şêrên Welatê Kurdan
Rabûn li dij nemerdan
Girêdanin çek û rext
Ji bo ku bêne sertext
Ji holê radikin zext
Dane hev wan soz û bext

Li Rojavayê Başûr
Hildane milê xwe çek

Xwarin sonda Azadî
Ji bîr nekirin Qadî

Ketin rêça Şêx Seîd
Azadiyê dikin Îd
Wê azadkin Kurdistan
Ya mirin ya Kurdistan
                 
Eger ku Kurdên me yên Başûrê Rojava bibin yek û neyên lîstokên neyaran, ez bawerim ku azadiya başûrê Rojava jî pir nêzîk bûye. Lewma divê Kurd hewlên pir mezin bidin û ji bo azadiya xwe Yelmûma Azadiyê li herderê pêxin.

Van rojan şerê di navbera PKK-ê û artêşa Tirk de dijwar bûye, rejima Îranê pir bi ser PJAK-ê de diçe, li İraqê ji ber maddeya 140-î û hin meseleyêndin, navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta İraqê nexweş e. Ji bo Aştiyeke mayînde, jîyanek bê şer ya gelan pêşniyarên we çine?

Sed heyf û mixabin şerxwaz û rantperest naxwazin ku vî şerê qirêj were çareserkirin û Aştiyeke mayînde wereçêkirin.  Ji ber vê yekê ez bawernakim ku heya mafê gelê Kurd yê rewa neyê dayîn, mixabin şer  yekalî bisekine jî Aştî çênabe. Wek tête zanîn Meclîsa Tirkiyê cardin biryara Operasyonan ji bo derveyî sînor saleke din dirêj kir, lê dewletê heya îro nêzî 30 Operasyonên mezin pêkanîbûn, ka dewletê çi encamên erênî jê wergirtin? Ji xêncî hêstirên çavê dayîkan?! Her wiha dewlet hê rojê bi dehan Siyasetmedarên Kurda digirin binçavan û wan cezadikin. Bêguman eva jî: „Qirkirineke Siyasiye ku li ser Siyasetmedarên Kurda tê meşandin”.

Lewma dewlet hê jî li ser  gelê Kurd zilmeke mezin didomîne. Bêşik van şert û mercên sitemkar û bê edalet, hêviyên meriv ji bo Aştiyê dişkêne. Divê dewlet rind bizanibe ku pirsgirêka Kurd bi zîndankirin û kuştinê nayê çareserkirin, lê berevajî pirsgirêkê mezintir û dijwartir dike. Li aliyê din Serokwezîrê Tirk dixwaze ku dersa demokrasî û mafê mirovan bide Cîhanê! Heta li Almanyayê ji bo mafê hinek hemwelatiyên xwe gotibû: „Asîmîlasyon gunehê mirovatiyê ye”. Belê ev gotin gotinên zehf zêde rast in.

Ez dixwazim li vir ji Erdoğan bipirsim; Mafir ko hûn ewqas demokratin û ji mafê mirovan re rêzgirtîne: „Eva çi zilma we ye ku hûn bi sedan salin li ser Ziman, Wêje, Çand û Hunera Gelê Kurd didinmeşandin? Hûn çima li gelê Kurd zilmê dikin û ew mafê ku Xwedê Teala daye Kurdan hûn binpê û înkardikin?” We çima hemû mafê gelê Kurd xesp kirî ye? Bêguman em dibînin ku dewlet naxwaze mafê jiyanê bide gelê Kurd. Wextekî behsa Aştiyê dihate kirin û hinekî hêviyên Aştiyê çêbûbûn. Lê mixabin niha dîsa hêviyên me ji bo Aştiyê şikestîne.

Lê eger ku Dewlet cardin dixwaze di warê Aştiyê de bi Kurdan re samimî be, bêşik  ji me rindtir dizane ku Mercên Aştiyê çi û çine. Mafir ko wisa ye bila dewlet ji bo Aştiyê gavên berbiçav bavêje. Da ku em jî ji bo Aştiyeke birûmet hewl bidin û ji wan re alîkar bin!…

Bêguman ji bo vê yekê pêdivî bi aqileke bêqisûr heye û divê aştî li ser hîmê rastiyê pêkwere û mafê gelê Kurd: „Di Hiqûq û Makezagona fermî û ya Nevneteweyî de were parastin û pejirandin. Lewma divê bicarekî xapandin di peymana aştiyê de tune be. Ji bo ku duyemîn: „Peymana «Lozan’ê pêkneyê» divê ji mafê gelê Kurd yê rewa jî tawîz” neyêdayîn. Her wiha: „Hemû gelê Kurd jî ji «Lozan’a duyemîn» re bibêjin na”.

Ji bo ku şer bisekine: „Divê demek zûtirîn şerê qirêj ji aliyê PKK-ê û Dewletê ve were rawestandin û pêngavên berbiçav ji bo aştiyeke birûmet û mayînde were avêtin. Li aliyê din jî Makezagoneke bidad ji nû ve were amadekirin. Da ku her kes xwe tê de wek hev bibîne. Bêguman di vir de samîmiyeta Tirkiyeyê pir girîng e”. Lewma divê Dewlet ji bo Aştiyê bi gelê Kurd re bidad û samîmî tevbigere. Da ku gelê Kurd jî êdî bizanibe ku dewlet bi wan re raste.
Lê divê ji bo aştiyeke birûmet: „Êdî Raya Kurd û ya Tirk jî zimanê aştiyê bikarbînin, her wiha rê li fesadî û ewaniyan jî wergirin”. Ji ber ku em dizanin heya qiyametê şer nayê kirin, lewre bivênevê wê rojekê Aştî li ser hemû mirovatiyê Ferz bibe. Mafir ko wisa ye, ji bo ku êdî dayîk negirîn û tu kes neyên kuştin: „Ez ji vira baga Aştiyê li hemû aliyên Çekdar û şerxwaz dikim, ez dibêjim êdî bes e, bila tu kes li ser xwîna Zarokên feqîr û fiqareyan siyasetê nekin”.

Bêşik gelê Kurd hemû aştîxwaze û destên aştiyê ji zû de dirêjî muxatabên xwe kirî ye. Lê mixabin wan destên aştiyê hê jî li hewayê maye û bersiveke erênî negirtiye! Ez dibêjim wan destên ku ji bo aştiyê hatine dirêj kirin divê hûn demeke zûtirîn wan destên qedîm wergirin. Divê rind were fêhmkirin ku gelê Kurd geştê ji kesî naxwaze, ew mafê wî yê ku hatiye xespkirin, wî mafê ku Xwedê Teala jê re bexişandî ye, bitenê wî mafê xwe yê Xwedê dayî dixwaze.

Bi taybetî di van salên dawîn de li Tirkiyê hindek guhertinên erênî çêbûne, lê belê vana guhertinên pir zêde hindikin û divê gelê Kurd bi tiştên wiha biçûk jî neyênxapandin! Lê ligel vê jî em dibînin ku niha roja ku bi dehan Kurdên sivîl neyên girtin ew roj jî nîne! Divê vê zilma ku li ser Kurdên sivîl jî têkirin demek zûtirîn were rawestandin.

Her wiha ji bo bidawîkirina hêstirên dayîkan jî: „Divê hemû Rewşenbîr, Kesên Demokrat û mirovên pispor têkebin navbeyna PKK-ê û Dewletê. Divê ji bo Aştiyê jî muzakerekî bêalî di navbera PKK-ê û Dewletê de werekirin. Ji bo aştiyeke mayînde pêwîst e ku her kes destên xwe têke bin keviran.  Lê divê her kes bidad û heqane jî tevbigere û erka xwe ya navçîtiyê biwijanî bîne cî”. Lê li aliyê din jî divê Dewlet jî di demek zûtirîn de dev ji polîtika tunebûn, bişavtin û kuştinê berbide. Girtin û bombebarankirinên xwe jî bidawî bike, heta efûyeke gelemperî jî derbixîne. Her wiha divê guftûgo yên mayînde di navbera Dewlet û Siyasetmedarên Kurdan de berdewam bikin.

Jixwe niha Hikûmeta Tirkiyê behsa Makezagoneke nû dike. Lê mixabin em hê nizanin ku  gelo wê Azadiya Gelê Kurd di vê Makezagonê de were parastin an jî na. Lê eger ku Azadiya me Kurdan di wê Makezagonê de hebe, divê Kurd jî ji bo çareseriyê alîkar bin. Li gor baweriya min encax pirsgirêka Kurd li ser van hîmên bingehîn tê çareserkirin û aştî jî pêktê. Lewma divê muxatabên Kurda rind bizanibin ku tu wextê bi dek û dolaban aştî çênabe. Jixwe aştiya ku bi dek û dolaban were çêkirin jî ew  tu wextê nabe aştiyeke mayînde û rewa. Ji bo wî bila qe kes xwe nexapîne.
Wek tête zanîn: „PKK-ê heya roja îroyîn pir caran ji bo Aştiyê Agirbetsa Yekalî çêkir”. Lê mixabin bersiv bi şer hatedayîn! Helbet xerabkirin pir hêsan e, lê belê çêkirin jî gelek zor e.

Lê divê tiştên ku ji bo Aştiyê ji PKK-ê jî tên xwestin, bala cardin di qada aştiyê de amade be û bi kesên navçîtiyê re muzakerekî rind bike. Lê ez dixwazim careke din gelê Kurd li vir hişyar bikim: „Eger ku gelê Kurd îcar jî wek Lozan’ê xeta bikin, heya ku gerdûn avabe êdî nikarin xwe efûbikin an jî bidin efûkirin”. Lewma eva şansê Kurda yê herî dawîn e. Divê Gelê Kurd vê fersenda xwe pir rind bikarbîne. Eger ku Kurd naxwazin ji holê werin rakirin. Divê di cî de: „Yekîtiya xwe çêbikin” her wiha ji bo mafê jiyanê hebûna xwe biparêzin.

Her wiha rexneyeke mina din jî heye li PKK-ê: „Ez hêvîdarim ku êdî PKK jî ziyanê nede kesên sivîl û êdî sivîlan nekuje”.  Li aliyê din jî divê gelê Kurd tu wextê ji doza xwe ya ji sedî sed mafdar nekebe neheqiyan! Eger ku ez ne xeletbim. Hz. ‘Elî (s.X.l) wiha keremkiriye: „Hezar carî li we zilm were kirin, lê hûn yek carekî nebin zalim”. Ji ber ku zilm gunehekî kebaîr e û ziyanê dide doza meriv ya rewa. Helbet divê gelê Kurd xwe ji tunebûnê biparêzin, bes bitenê bila nekebin neheqiyan. Ji ber ku neheqî rûn di nanê zaliman dide û bi kêrî doza Kurdî nayê.

PJAK û Îran: Ez bixwe: „Şerxwaz nînim, berevajî Aştîxwazim”. Li gor hinek çavkaniyan dibêjin: „Îranê ji bo Aştiyê daxwazên PJAK-ê pejirandiye. Eger ku rast be, pir baş e ku Aştiyeke mayînde çebibe. Lê divê PJAK li ser maseyê bi taybetî mafê Kurdên Rojhelat pir rind muzakere bike, da ku wek salên berê dîsa neyên xapandin. Eger ku Aştî çêdibe, divê tu astengî li pêşiya mafê gelê Kurd nemîne. Ango mafê gelê Kurd jî wek yê Fars, Tirk û Ereban bêsînor serbest be û êdî tu astengî li pêşiya gelê Kurd nemîne.

Başûrê Kurdistan: Bêguman gelek hêviyên me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hene. Ji bo Madeya 140-î: „Divê Hikûmeta herêma Kurdistan bicarekî tawîzê nede, ji ber ku Kerkûk parçekî ji xaka Kurdistanê ye. Wek tête zanîn, Nemir M. Mistefa Barzanî gotî ye: „Kerkûk Dilê Kurdistan e”. Lewra ez jî dibêjim mafir ko wisaye: „Kurdistan bê dil najî”. Her wiha em dixwazin ku Hikûmeta herêma Kurdistan ji bo hersî parçeyên welat ên din jî alîkar be! Bêguman em dibînin ku zalimên dexes dîsa dixwazin wek salên borî fesadiyê têxin navbeyna Kurdan. Lewre divê Hikûmata herêma Kurdistan neyê lîstokên kedxwaran. Lê rastiyeke din heye ew jî ev e. Pêşiyên me gotine: „Dijminê bava, nabin dostê lawa”. Ji vê gotinê jî rind tête fêhmkirin ku divê gelê Kurd tu wextê pişta xwe bi zaliman girênede! Li gorî baweriya min peyva bi navê biratiya gelan jî peyvekî derew e. Lê divê meriv rind bizanibe ku bitenê dostanîya gelan li ser hîmê berjewendiya Neteweyî tête avakirin, ew jî ne ku ji bo berjewendiya şexsî. Ji bo vê yekê divê em Kurd êdî xwe bi peyva biratiyê jî nexapînin!…
Ez li vira dibêjim eger ku em yekbin: „Serxwebûn û Azadiya me pir nêze”. Lewre: „Mirov bitenê ne tişt e, lê bi hevra hertişt e”.

 „Dijminê bava, nabin dostê lawa” mezinên me xweş gotiye eşhedû bîllah, başe mamoste ji bo Azadiya Kurdan çi pêşniyarên we hene?

Ez  Yekemîn Yekîtiya Gelê Kurd pêşniyar dikim. Ji ber ku muxatabgirtin, hêz û rûmet hersî jî di yekîtiyê de ne. Her wiha hezkirin û îtifaqeke mayînde jî zehf zêde pêwîst e ji bo me Kurdan. Bêguman ez azadiya gelê Kurd di xwendin û siyaseteke rast de dibînim. Divê gelê Kurd êdî ji kesîra nebe maşe, bixwe bawer be û bikaribe bi qeweta xwe li ser piyê xwe bimîne. Lê mafê tu kesî jî tune ku di sed sala bîst û yekê de êdî gelê Kurd bixapîne!… Lewre divê hemû Kurd careke din siyaseta xwe diberçavan re derbasbikin û bi hevra siyaseteke yekgirtî bimeşînin!…

We di portreya xwe de jî anîye zimên ku we ji bo Zimanê Kurdî xwe bi xwe, xwe perwerdekiriye û tu niha xebateke girîng di Malpera xwe de li ser Wêje, Çand û Hunera Kurdî dimeşînî. Elhemdûlîllah we xwe gihandiye sevîyeya Şairî û Rewşenbîrî yê. Ji ber vê keda girîng ez we pîroz dikim û ji bo xwe mînak dibînim. Ji bo ku Kurd Zimanê xwe hînbibin û bi taybetî pêş de bibin, hûn çi pêşnîyarî kes û tevgerên Kurd yên Misilman û bi giştî jî hemû Kurdan dikin?

Belê Hemd û Sena ji Xweda yê Min ra, Selat û silav ji Pêxemberê me ra: Kekê ez pir spas dikim ji bo van pirsên we yên hêja. Wek tête zanîn hûn jî rind dizanin ku Ziman, Wêje, Çand û Hunera me li ber têkçûyîn û bi mîlyonan Kurd jî sed heyf û mixabin îro dejenere bûne, lewma vê keserê her roj sed carî dilê min dax dikir û wek xencerekî tûj dibirî. Ji ber vê keserê ye ku min Malpera www.serhed.org damezirand û heya îro min herî hindik 10 kes jî bixwe ra hînî nivîsandana zimanê Kurdî kir. Lewra ez ji serê xwe tawîzê bidim ji rûmeta xwe nikarim tawîzê bidim. Hewldanên min hemû ji bo parastina Wêje, Ziman, Çand, Huner û hebûna Kurdî ye. Bi taybetî kesên ku Helbestên min ên Ramyarî bixwînin, ewê pir rind fêhm bikin ku armanca min bitenê Aştî, Azadî û Serxwebûna welatê me ye.

Her wiha ez di Helbestên xwe de civakê hişyar dikim, rexne dikim, carna didim kenandin carna jî didim girîn. Ji bo ku em Kurd ji vê xewa xefletê hişyar bin û êdî di sed sala bîst û yekê de ji bêrûmetiya bindestiyê xwe azad bikin da ku em jî bikaribin ku li ser xaka bav û kalên xwe bibin Netewekî payedar û bi Ziman, Wêje, Çand û Hunera xwe serbilind bijîn. Pir fediye ji me ra ku em hê jî wek hêsîrin, navê me di nav gelê cîhanê de nayê xwendin! Lewra wijdana min tu wextê nahêle ku ez di ciyê xwe de rihet bisekinim. Bêşik hemû hişyarî û hewldanên min ji bo rûmet û hebûna me û welatê me ye. Lê sed heyf û mixabin Kurd heya roja îroyîn li ser navê biratiyê hatine xapandin! Ez dibêjim fediye ji me ra, biratiya: „Bi pest û zilm, zîndankirî, Ziman û hertişt Qedexekirî, Welat talankirî, gelo xwediyê wijdan çawa dikarin bipejirînin?! Divê êdî Kurd vî kurkê bixîretiyê ji ser serê xwe bavêjin û ji bo rûmet û hebûna xwe bi awayeke Demokratîk û Aştiyane têbikoşin û li Zimanê xwe xwedî derbikevin!…

Lewma Pêxemberê me (s.X.l) wiha keremkirî ye: „Bêxîret La Omet”. Gotiye Kesên bêxîret ji me nîne.
Lê hinek misilmanên me yên Kurd ên ku hîna jî behsa biratiya me û kedxwaran dikin, gelo ew ne muxatabê vê Hedîsa Pêxember in?!… Kemalîstên Kurda jî pişta xwe dane kemalîstan û mixabin hê jî xwe bi biratiyê dixapînin! Bêguman: „Maf nayê dayîn, lê tê standin”. Eger ku em dawa mafê xwe yê ku „Xwedê Teala ji me re Bexişandî” nekin! Divê em pir rind bizanibin ku ew mafê ku bi dek û dolaban ango bi pest û sitemê ji me hatiye sitandin, kedxwarên dexes jê yek «xîçekî» jî nadin me! Ji ber ku mixabin ew «dad, wijdan û tirsa Xwedê» di dilê muxatabên me de tune ye. Jixwe eger heba, bêguman mafê me xespnedikirin. Heya roja îroyîn bi hezaran sozên vala dane Kurdan, lê van sozên vala ji xêncî xapadinê tu rastiyekî tê de tunebû ye!… Li vira dîsa banga min ev e ji bo gelê Kurd: „Eger ku em naxwazin wek hinek netewan ji nav pelên dîrokê wenda bin, divê em li Welatê xwe xwedî derbikevin û hebûna xwe û Zimanê xwe biparêzin.

Lewma ez dibêjim bila Kurdên meyên ku îro ji axaftin û nivîsandina Zimanê dayîka xwe mehrûm mane hinek kesên wek min hewldane ji xwe ra bikin mînak bes e. Her wiha ez dibêm biqasî ku Kurdan serê xwe bi zimanê xelqê ra hêşandî ye, bila bi qasî çaryekek jî jê serê xwe bi Zimanê dayîka xwe ra bihêşînin. Tu bawer bike wê hemû wek min û te bikaribin Kurdî biaxivin, bixwînin û binivsînin! Lewma Zimanê Dayîka me ya stûxwar pir şêrîn e û bê vî Zimanê şîrîn jiyan nabe! Ji ber ku hebûna me di Zimanê me de ye. Bêşik Zimanê me rûmeta me ye. Divê em biparêzin.

Wek têzanîn hûn li derveyê welat, di nav Kurdên Diyaspora Ewrûpayê de dijîn, gelo têkilîyên Kurda ligel Cînahê xurtin an jî na?
Sed heyf û mixabin têkiliyên Kurda ligel cîhanê pir lewazin. Birastî pêdiviya me Kurda bi têkiliyên pir baş hene ku em rind pirsgirêka xwe bi cîhanê bidin nasîn û bi wan re dayîn û standineke baş pêkbînin. Divê em rind bizanibim ku heta Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Ewropa, Rûsya, Çîn  û  bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) me nenasin û piştgiriya me nekin, li gor baweriya min em nikarin li serpiyê xwe bimînin û bigêjin azadiya xwe ya mezin. Mixabin tecrûbeyên borî vê yekê bime dide xuyakirin. Ji ber vê çendê ye ku divê em binesaziya xwe jî rind çêbikin û tikêliyên xwe jî xurt.

Tevgera Kurd ya Sîyasî li Bakur bi pêşengiya PKK-ê belav bû Welat û Cîhanê, lê rexneyên wek zêde vekirî nebûn, li dijî rexneyan girtîbûn hene. Gelo civata bê rexne û pêşniyar, gengaze ku pêş de here an jî bi serbikeve?

Welahî welahî, sedemên bindestiya me yek jî jê civaka me bi taybetî nikare ku rexneyan bihemilîne an jî bipejirîne. Mixabin civakê bi tevî hemû kêmasiyên xwe jî, xwe pir rind ecibandiye! Jixwe xeletî û felaketa herî mezin jî ev e ji bo me Kurdan. Lewma ku em nikarin xwe bigînin serkeftina herî mezin û azadiya xwe. Ji me wetrî dema ku yek me rexne bike em pê biçûk dibin! Lê mixabin em nizanin ku rexne û pêşniyar ji bo pêşdeçûyîn û serkeftina me ye! Divê em demeke zûtirîn dev ji van fikrên çeltoxwarî berdin û ji rexne û pêşniyaran fêrekî erênî derxin, ne ku kîn û nefretê!… Gelo bêrexneyan kesên ku xeletiyan dikin, ka ewê çawa xeletiyên xwe bibînin. Li gor baweriya min heya ku meriv bixwe xeletiyên xwe bibîne, wê pir bibe dereng û masî ji destê meriva bifilete. Lê dema ku masî ji destên meriva bifilite jî mixabin êdî girtina wî jî gengaz nîne. Lewma divê mirov ji rexneyan re vekirî be û xwe bi xwe, xwe neecibîne. Lewma divê diserî de gel û cîhan meriva biecibîne.

Di dawiyê de ez dixwazim vê pirsiyarê ji te bikim, wek tê zanîn Tu jî Şaîr-Dengbêjekî Kurdî, Tu dixwazî li ser rewşa Şaîr-Dengbêjiyê û Çand û Hunera Kurdî ji me ra çibibêje?

Kekê divê em Dengbêjan nekin qurbana siyaseta xwe ya şaş! Ji ber ku Dengbêj xebateke bêmîsal dimeşînin û xizmeta Ziman, Wêje, Çand û Hunera Kurdî dikin. Lewma Dengbêj an jî Hozan û Hunermendên ku bitenê xizmeta Çand û Hunera me dikin, divê em riya wan nexitimînin! Eger ku ew jî bikaribin bi azadî Hunera xwe pêşkêşî me bikin. Heya pêwîst e ku em ji wan re alîkariyê jî bikin. Lê bes bitenê bila ew jî li ser rûmeta xwe bisekinin û nekebin îxanetê û li ba zilmê ciyê xwe negirin. Bêşik ji bo pêşketina Hunerê divê hemî Dengbêj, Hozan û Hunermend serbixwe bin. Li gor baweriya min kesên ku serbixwe nebin ew nikarin xizmeteke mayînde bikin. Mîrasê mamoste Evdalê Zeynikê wextekî wek peykerê zêrîn giranbiha bû. Lê sed heyf û mixabin bi taybetî îro kirine rewşeke pir xerab û xetere! Pêwîst e ku em: „Vî Mîrasê ku Dengbêjan ji dîroka 6 hezar sal berê  de bi fîdakariyên mezin ji me ra anîne heya vir, wek gewherekî biparêzin û mîna sêvên xelatê di paxila xwe de xwedî bikin, da ku ji holê neyê rakirin”. 

Kekê hêja tu ji min bawerbike ku ligel hemî kêmasî û serkeftinên me, Azadî li benda me ye, lê bes bitenê eger ku em ji bo azadiya xwe hewlên mezin bidin! Ez dixwazim ku di dawiyê de bibêjim mitleq gelê Kurd di demeke nêzîk de xwe digîne Azadiya xwe, ji ber ku di doza xwe de ji sedî sed mafdar e. Bêguman divê gelê kurd heya dawiyê di daxwaza Aştiyê de bi îsrar be û bê edaletiyê nepejirîne, lê bê edalet jî tevnegere. Lewra mezina gotine: „Çira zilmê heta sibê naşixule”. Ez dibêjim bijî Aştiyeke mayînde, bijî biratî û yekîtiya gelê Kurd, bijî azadî”. Her wiha bimre koletî!…

Mamoste ji bo ku we dema xwe ya hêja ji me re veqetand; Em gelekî spasiya we dikin. Her wiha ji bo ked û fîdakariya ku hûn ji bo Miletê Kurd jî dikin, Xwedê Teala ji we razî be înşelah… 

Kekê ez jî pir spasiya we dikim û her dem ji bo xizmeteke birûmet amademe. Tu her hebî birayê ezîz, Xwedê ji me hemûyan razîbe. Ez jî ji we ra serkeftinê dixwazim.

Almanya, 08.10.2011
(UFKUMUZ.NET – Evdirehîm.O.AZAD)

Nerîna min :