Em jî dixwazin wek Kurdên Başûr bin
Rojeva siyasî li Tirkiye û Kurdistan gelekî tevlîhev e. Mixabin dema siyaset di bin siha şer de bête kirin û kesayetên siyasî xwe mehkumê destên ku tifekê bigre bikin siyaset jî evqas tê kirin.
Dema hilbijartinan de gotubêjin herî germ li ser pêwistiya desturek nû dihatin kirin. Niha jî di rojeva parlementoyê de pêkanîna destûrek nû mijara herî girîng e. Partiyên siyasî di parlementoyê de kêm zêde dîtina xwe li ser destûra nû dane xuyakirin. Ji xwe helwesta MHP-ê eşkereye. MHP destûrek nû dixwaze lê daxwaziyên MHP destureke ku ji ya îro jî paşketîtir be.
CHP jî di civîna xwe ya dawî de dîtina xwe di derbarê desturê de da kifşkirin. Dibêjin bila desturek demokratîk çêbibe lê bila bingehê ku dewleta Tirkî li ser hatî avakirin di desturê de wek xwe bimîne û kesek dest nedê wan madeyên ku, heyin û yekitiya miletê tirk dihemîne.
Destura Tirkiye ya niha heyî destura 12-ê îlonê ya cunta faşîst e. Di van 30 salî de gelek guhertin di desturê de hatin kirin. Lê kesekî dest nedaye bingehê vê desturê. Di pêşgotina destura ku heyî de dibêje..“ Serdestiya îrada millî ya mitlaq, bê qeyd û şert ya miletê Tirk e.“ Herweha di desturê de her tişt tenê ji bo miletê Tirk û ji parastin û aramiya miletê Tirk e. Desturek nijadpereste. Heta pêşgotina vê desturê yanî bingeh neyê guhertin bi tu awayî di wê desturê de cih ji kurdan re tuneye.
Di destura nû bête çêkirin de divê bi awayekî nasnama Kurdî li gel nasnama Tirkî bikeve di bin demanê de. Ev a herî girîng e. Eger pêşgotina desturê û her çar madeyên ku di destpêkê de heyîn wek xwe bimînin, tu nirxên guhertinên desturê ji bo kurdan tuneye. Yanî ji bo mafên kurdan yên netewî tuneye. Bê guman hinek guhertinên di warên civakî de jî bêne kirin wek ku kurd jî beşek ji civatênê dê berjewendiyên wan jiyana rojane de lê hebe.
Lê pirs ji bo kurdan destkeftiyên mafê wan yên netewîne. Naskirina nasma kurdî bi desturêye.
Heyne baraja hilbijartina ji sedî 10 bibe ji sedî 5 yan jî bi temamî jî bête rakirin , heta bingehê ku ew destur li ser hatî avakirin ji holê ranebê, ew destur dibe desturek nijadperest û ji serî heta binî dijê miletê kurd e.
Ji bo vê yekê divê pêvajoya pêkanîna desturek nûjen de, Kurd daxwaziyên xwe yên azamî bidin pêş. Dema ku daxwaziyên azamî bidin pêş çi tişta ku bikaribin bidin qebûlkirin dê ew bibe destkeftiyek ji bo kurdan û bibe gavek berpêş ve. Eger di desturê de her cardin her tişt ji bo refah û xweşiya miletê tirk be û ew wek heyî bê parastin, bi tu awayî kurd nakevin di bin demana desturê de.
Destura welatekî peymanek civakî ye. Eger di rastiyê de aşitî, aramî û pêşketin di civatê de bê avakirin divê ev destura nû bibe li hevhatinek civakî di navbera miletê Tirk û Kurd de û herweha kemneteweyên din ku li Tirkiye û Kurdistanê dijîn.
Niha Başûrê Kurdistanê gelek tişt ji bo kurdên beşên din hesanî kirine. Mafê kurdan li Başûrê Kurdistanê çine, em jî wek Kurdên Bakur wê bixwazin. Kurdên Başûr di destura Iraqê de çewe hatine naskirin û cihê wan di destura Iraqê de çîye bila destura Tirkiye de jî ew mafên kurdên Bakur hebin. Kurd dive doza vê yekê bikin û ji bo wê divê prosesa pêkanîna desturê de kar bikin.
Wek din di derbarê guhertina desturê de çi bikin dê bibe tiştên rojane. Gelek cara gotubêj tê kirin ku, tu projeyên kurda tuneye, kurd nizanin çi dixwazin. Bernema her partiyek siyasî yê kurda proja wan ji bo çareseriyê ye. Çewt rast lê kurd xwedî projene. Lê mixabin projeyek hevbeş ku kurda hemiyan ser li hevkirî tuneye.
Mirov dikare li ser ve yekê li hev bike, kêmasî di vê qonaxê de, “ pozisyona kurdên Başûr çiye, em jî wê dixwazin“..
10.10.2011
Dara Bilek