Hevpeyvîn

Em dîndar bi êş û elama kurda nehesiyan

Ezgî Başaran: Hûn dikarin behsa berpirsiyariya xwe bikin?

Cemal Uşak: “Di cimaetê de tê gotin ku Bedîûzeman wiha gotiye: ‘Erebî ferz e, Tirkî wacîb e, Kurdî jî caîz e. Ango digot ku bila Kurdî, wek dersek bijartî be. Lê hewcedariya van gotinan, nedihat kirin. Bi tenê wek diruşmekî(slogan) dihat gotin.

E.B: Çawa?

C.U: Heke Kurdî caîz be, gere me, mafê Kurdî biparêza. lê me wisa nekir. Li ser dîndaran, bandora diskura fermî hebû. Belê hebûna wan qebûl dikirin, lê berpirsiyariyên vîcdanî nedikirin. Me mafên Tirkîstana Rojhilat (Doğu Türkistan) diparast, mafên Tirkên li Bulgarîstanê diparast lê me Kurdên li ber çavên xwe nedidît.

E.B: Çima wisa bû, ango hûn dibêjim em jî mexdur bûn?

C.U: Belê sedema yekem, em di bin tazyîka diskura fermî de bûn. Ya duyem jî rojeva her hêlê cuda cuda bûn. Her kesî li gor xwe, rêyek dimeşand, nedixwestin ku li ser vê riyê, bi dewletê re jî werin hemberî hev. Çimkî derbarê Kurdan de, helwasta dewletê, kifş û zelal bû. Lê ez vê tevger û helwesta dîndaran, rast nabînim. Belê dîndar zêde bûn lê ew jî mexdur bûn. Wek Kurdan, Elewîyan….

E.B: Hûn tevger û helwesta hikumetê ya derheqê Kurdan, çawa dinirxînin?

C.U: Belê di navbera pirsgirêka Kurd û terorê de pêwendî hene; lê hûn, ji sibê heta evarê, terorîstan bikujin jî, nikarin pirgirêka Kurd çareser bikin. Çimkî PKK, ji nav pirsgirêka Kurd, derketiye. Beriya wî, pirsgirêka Kurd heye. Ez beşdarî gotina ku: ‘Heta teror bi dawî nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe’ nabim.

E.B: Heke dîndaran di salên 90’an de mafên Kurdan biparastana wisa nedibû, gelo rast e?

C.U: Belê, qetî wisa nebibû. Yên ku xwe mûmîn dihesibînin, gere azadiyên nasnameyên din jî qebûl bikin, ji bo wan jî lazime ku tebikoşin.

 

xeberenkurdi.com

Back to top button