Çespandina federalîzmê li Îraqê (Analîz)

Xwepaşdekişandina ragehandî û paşdekişandina neragehandî
Taha Barwary, wezîrê berê yê spor û gencan
Di destpêka ji nûve avakirina Îraqê de, piştî jinavçûna rijêma Saddam, kurda rolekî ber bi çav di hilbijartin û diyarkirina sîstemeke nû a desthilat dabeşkirinê li Îraqa nû de hebû. Ew sîstem jî sîstema federalî bû. Lê tiştê ku dixuyê û cîyê balkêşanê ye, nuha berpirsên îraqî di sewyeke bilind de xwe ji peyrewkirina sîstema federalî didizin û bi bername û pilan kar dikin da ku li cîyê wê sîstemeke diktatorî ava bikin.
Xwesteka bidiktatorîkirina sîstema birêvebirina Îraqê ku, bi patrolê gelek zengîne, ji bo ser paşeroja xelkê Îraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî gefên cidî ne.
Gef û xeteriyên li ser paşeroja sîstema îdarekirina welat li Îraqê, bo ser destkeftiyên herêma Kurdistanê ku, li gor destûra Îraqê bi dest ve hatine, xeter in. Ev rewşa îro jî wisa dike ku ji her wext zêdetir hest bi pêwîstiya yekgirtin û yekhelwestî û hişiyariya aliyên siyasiyên Kurdistanê bikin. Cîyê dilxweşîyê ye ku ew hestkirina bi berpirsiyariyê li nav bizava siyasiya kurd de tê dîtin. Her vê rewşê wisa kir ku serokê herêma Kurdistanê bêdengiyê bişkîne û hemû aliyên kurdî dilrehet bike ku careke din ber bi paşve vegeran li Îraqê nayê qebûl kirin. Serdana sertaserî ya cenabê serokê Herêma Kurdistanê di 10-23/9/2011ê de ku ji Zaxoyê dest pê kir û heta Xaneqînê brdewma kir, û hevdîtina Barzanî digel Nowşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê, ji bo wan kesên ku îro hizir dikin serdema bêdengiya kurd bi ser çûye, sîgnalên gelek bihêz bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyamên xwe yên giring de, bi taybetî li bajarê Xaneqînê, hemû alî ji wê yekê pişt rast kirin ku ”Şertê mana me ya xwestek bi Îraqê re, pabendbûn bi destûra pesindkiriya dewleta Îraqa federal e ku, ewjî gelek ji wan qurbaniyên me dane kêmtir e.”
Hevdîtina serok Barzanî digel Nowşêrwan û hevdîtinên serok digel aliyên din yên opozisyonê û aliyên siyasyên din yên meydana siyasiya Kurdistanê, hemû teref dilrehet kirin ku êdî navmala kurd li hember pirsên netewî û niştimanî pirt û bilave nemaye û kurd bi yek deng û yek helwest beranber wan pirsan xebat dike û binpêkirina mafên destûrî yên esasî red dike.
Lê belê ji aliyekî din, divê kurd hest bi wê yekê bikin ku, ka çewa ya ku îro li Îraqê di warê awayê îdarekirin û dabeşkirina desthilatê di sîstema welêt de xebateke dijwar û dirêj jê re lazim bû, qasî xebata bidestxistina destkeftina, ji bo çespandina wan destkeftiyan xebat lazime û divê ka çawa kurd bi hêza yekrêziya xwe redkirina xebatên poşmanbûnê ji sîstema heye garantî dike, garantiya peyrewkirina wê sîstemê di realîteya Îraqê de bi hêza têgihiştin, hişiyarî, jîrî û xwe zengînkirin bi rewşenbîrî û şarezayîya qanûnî, ew sîstema federal misoger dibe.
Armanca min ji vê nivîsê ew ku ez hewil bidim li ser wan xeteriyan yên ku li pişt bieşkerepoşmanbûn bi pabendbûn bi destûra Îraqê û poşmanbûna neragehandî di peyrewkirina sîstema federalî de li Îraqê, baxivim. Eve di demekê de ku federalîzm bi rihê zîndîbûna destûra nû ya Îraqê tê danan. Mixabin, gelek caran kurd bi xwe jî, bêy ku armanca wan ew be, dikevin di çarçoveyê gelek ji wan mihawilan de.
Paşxaneya federalîzmê
Yek ji şakarên destkeftiyên me li herêma Kurdistanê pesindkirina sîstema federalî ye, ku parlamentoya Kurdistanê di 04.10.1992ê îlan kir û opozisyona Îraqê jî ya wê demê di konferensa xwe ya li Selahedînê di 31.10.1992ê de weke modela paşeroja Îraqê pesind kir bû.
Heta em gehiştin vê qonaxê me gelek dirûşmên din bilind kir bûn, ji lamerkezî(decentralîze kirin) heta digehe otonomiyê di çarçoveyê îraqeke demokratîk de. Bi gotineke din, îlankirina manîfestoya federaliyê pêngaveke mezintir bû û destkeftiyên wê yên piraktîkî heta nuha gelek in, yek ji wana derstkeftiyan awayê hukimdariyê ye ku parlamentoya Kurdistanê di sala 1992ê de pesind kir û paşî jî destûra Îraqê sîstema federal kir awayê birêvebirina Îraqê û şeriyeta destûrî wergirt.
Di amadekirina destûra Îraqa federal de nûnerên kurd destpêşxerî û pêşnegiyeke gelek mezin nîşan da û ji bilî pispor û şarezayên xwemalî, kurda fêde ji hijmareke pisporên navdewletî yên şareza di vî warî de wergirt (Min bi xwe gelek ji wan şareza û pisporan di dema karkirinê de dîtine.) Vê yekê wisa kir ku, di gelek xalên giringe li ser destûrê li hev bikin û xeteriyên berê, jo bo kurdan hebûn, di dstûrê de nemînin, Kurdistan destpêşxer (însyatîv) û serkêş bûn.
Ji bilî ko di dîbaca destur da formê Federalîzm yê struktura dewleta taze ya Îraqê hatiye di zêdetir ji 30 madeyên destûrê behsa pêkhateya federaliya dewleta Îraqê dikin û weke hêleke sor li ser laşê Îraqa nû kêşane, weke mînak: Strukturê federalîyê dewleta Îraqê, îtîrafkirin bi zimanê kurdê û erebî weke du zimanên resmî, çewaniya pêkhateya hêzên çekdarên Îraqê, civta yasadanan a federalî, civta bala a dadweriyê, dadgeha federalî, pêkanîna komisyona parastina mefên herêm û wîlayetan, komisyona giştî bo dahatiyê federalî, civata giştî a xizmeta federalî, çewaniya dabeşkirina petrol, gaz û derametên din yên xwezayî û destnîşankirina desthilatên hikûmeta federal û hikûmetên herêman û her herêmekê destûra xwe hebe.
Xweveşartin ji nasnameya federalî
Serokê herêma Kurdistanê, di vê dawiyê de, di hem di serdanên xwe de û hem jî di hevdîtinê xwe digel nûnerên welatên biyanî û mediyayê de, tekîdê li ser giringiya pabenbûna hemû aliyan, bi tyabetî hikûmeta fedreal a Îraqê, bi makzagonê dike. Her poşmaniyek ji destûrê dê bibe sedemê karesatên mezin bo xelkê Îraqê, ”ji ber ku şertê mana me digel dewleta nû ya Îraqê sîstema federalî bi wê naveroka di makzagonê de hatiye ye.”
Bê guman, guherîna sîstemeke sade ya hikûmetî bo sîstema federalî bi awayekî otomatîk hindek saziyî û termên nû bi xwe re tîne (dê di paragrafê bê de diyar bibe)
Behiskirina sîstema federaliyê û peydakirina rewşnbîrî û şarezayîyê di wî warî de pirseke gelek giring e û hêjaye li ser astê herêmê û hem jî li ser astê Îraqê bi giştî, gelek kar û xebat li ser bên kirin. Çunkî federalîzim weke kontirakteke hevbeşe ku maf û wezîfe hene.
Çewaniya miamilekirina kurdan bi sîstema fedralî re
Di vê nivîsê de zêdetir berê gotinên min bo aliyê kurdistanî ne. Gelek caran û li ser astê fermê jî, her çiqas daxaza me federalî ye, lê bikaranîna têgehên şaş bo konsepta federalî, bêy ku mexseda me be, me têxe xizmeta xebatên çespandina sîstemeke senteralîstî alternatîv bo federaliyê li Îraqê.
Di mediya erebî û herêmî de, bi mexsed û bi armanceke diyar weke gihandina peyama wan welat û navçeyên bawerî bi sîstema federalî li Îraqê nîne û naxwazin ku sîstemeke wisa jidayîk bibe û geş bike, qed navê Îraqê bi welatekî federalî binav nakin. Lê mixabin, di nav kurdan jî de gelek caran di sewyeyên bilind de heman gotinên mediya dijî federaliyê dubare dikin. Çend Îraqê bi dewletek û hikûmeteke senteralîstî binav bikin, ewqas xwe ji nasnameya federaliyeta Îraqê dûr dikin. Helbet ev awayê hizirkirinê wisa dike ku em weke herêmeke federalî, bêy ku mexseda me be, bi başî hest bi rola xwe nekin û em xwe bikin beşek ji wan hewlên ku dîrekt tesîreke negetîv li ser têgihiştina xelkê me bo serkeftinan dikin û di encam de jî tesîreke nexwestek li ser çespandina sîstema federalî li Îraqê dike.
Ya ku ji bo kurdan û saziyên kurdan giringe, eve ku di hewlên navanîn û nasandina Îraqê bi navekê din ê cuda ji federaliyê û encamên wê yên dûr, tê bigihîn, da ku em, bêy ku mexseda me be, xwe nekîn beşek ji wan hewilan û bi awayekî pisporane wan hewilan red bikîn. Lê ez dikarim bêjim, mixabin, yek ji hokarên piştguhxistina nasnameya federaliya Îraqê di mediyayê de û navînana Îraqê bi hikûmeteke merkezî ji aliyê beşek ji kurdan bixwe ve û dûrketina me ji navaînana Îraqê bi Îraqa federal, tênegihiştin û nexwendina me ye bo aliyê din yê navanînê, hestnekirina me ye bo wê hesasyeyta navê federalîya Îraqê bo şovenan dirust dike, her wesa netêgihiştina me ye bo erkê me yê çespandina federalîzmê.
Ji bilî lawaziya têgihiştina me bo giringiya nasnameya nû ya Îraqê, kêmasiyek din jî heye ku, ew jî me bi hûrî ew maf û destkeftiyên mezin yên di destûra Îraqa federal de hatîn eçespandin, nexandine û ji bo cîbicîkirina wan pêngav neavêtine. Me gelek destkeftî jî ji dest dane. Ez piştrast dibêjim eger me bikarîba bi têgihiştin û lêkolînan miamileyeke bi bernametir bi wezîfe û mafên xwe re yê di destûrê de bikraye, da destkeftiyên me di sewyeyeke bilindtir de din. Ya ku zêdetir min bêguman dike ewe, eger me li gor mafên xwe yên destûrî pêngav biavêtane da destkeftiyên me di sewyeyeke din de bûna.
Wê dema me li wezareta spor û gêncan kar dikir, bizavên me û pêngavên me li gor mafên meyên di destûra Îraqê de bûn. Me karî mafên xwe yên destûrî ji bo xebatên xwe bikin esas û me destkeftiyên gelek baş bidest xistin, weke; Îmazakirina protokolekî hevbeş di navbera her du wezaretên spor û gêncaya ya Kurdistanê û Îraqê û ew protokol li civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê hat pesind kirin, çêkirina peywendiyên baş digel Federesyona sporê ya jinên a cîhana îslamî û îmzakirina protokolekî rastexwe dileg wan, çêkirina peywendiyên gelek baş digel civata sporê ya herêma Wales li Berîtaniyayê, bo yekem car beşdarîkirina taxima fotbûla Kurdistanê, di bin alayê Kurdistanê, di şampyonên VIVA de. Ev kar û çalakiyên me piraktîzekirina mafên me yên destûrî bûn li Îraqê û têgihştina me bo wan mafên destûrî bû û stratejîyeke siyasî bû ne destekeftiyên ser pê bûn. Eger ji têgihştina me bo federaliyê û çarçoveyê mafên me di destûrê de nebaye, da rêgiriyên mezin li pêşiya wan karên me çê kin. Ji bilî van destkeftiyan, me di warê gêncan de jî destkeftiyên baş bidest xistin û me têkeliyên baş li gel hijmareke welatan û herwesa rêxistina UNFPA çê kirin.
Destkeftiyek din ya mezin ku kurdan bi piştevaniya mafên xwe yên destûrî bidest xist, ew şerê giran û stratejêk bû ku Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tê de biserkeftî. Di meseleya samanên xwezayî de, Nêçîrvan Barzanî, bi alîkariya çend pisporên navdewletî û danana stratejîyeke zelal û eşkere di 01.06.2009ê de, bi amadebûna rêzdaran Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û Celal Talebanî serokê Îraqa federal, kilîla boriyên nefta Kurdistanê vekirin û bo yekem car di dîroka Kurdistanê de, nefta Kurdistanê bo derve hat hinartin û Kurdistan kete ser nexşeyê enerjiya cîhanê. Ev pêngav peyameke abûrî ya gelek xurt ya herêma Kudistanê bû bo tevaya aliyan û cîyê herêma Kurdistanê gihande sewyeyeke gelek bilind.
Ji bilî van destkeftiya gelek destkeftiyên din hene, lê derfet nîne di vê nivîsê de behis bikim. Em dikarin wan destkeftiya hemûyan bi pêngavên serkeftî ku çavkaniyan wan têgihiştin û bikaranîna mafên me yên destûrî ne, wesif bikin. Bervajiya vê yekê, hemû hêzên dijî federaliyê li Îraqê ji bona redkirin û rêgirtin li pêşiya wan xebatên me yên mezin, dixebitin. Lê madem bi aqil û bi pêngavên mentiqî di çarçoveya mafên destûrî de kar jê re hatiye kirin, hêzên dijî federaliyê çiqas gelek jî bin, nikarin rê li pêşiyê bigirin.
Biqanûnîkirin û sazîkirina sîstema federalî
Li jor min behsa nasnameya federalî ya Îraqê û têgihiştina me bo maf û erkên Kurdistanê di destûrê de kir daku em bikarin di lîstika îhmalkirina peyrewkirina federaliyê li Îraqê de mafên xwe bi parêzîn û bi dest bixin û daku ji wan lîstkvanan yên ku federaliyê îhmal dikin û destkefitên me red dikin û dibêjin ku kurdan tu bingehên destûrî û qanûnî nînin, lîstikvanên başrtir bîn. Lê lîstike di navbera yên fedderaliyê qebûl nakin û îhmal dikin û têgihiştina me bo wan lîstikan û xebatên me bo nehîlana wan ta wê demê pêwîste û dê berdewam be heta ku sîstema federalî bê bisazîkirin (institution) û dema ev kare hat kirin hîngê dê hemû kar ligor sîstemê birêve biçin û qanûn dê çavdêrî, şopandin û bi pilanên zanistî garantiya cîbicînbûnê bike. Ew hewilên li jor min bas kirin heta bisazîkirina sîstema federalî li Îraqê, pêwîstin.
Nêçîrvan Barzanî nûnerê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, di konferensa nirxandina rewşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Îtaliyayê, di gotara xwe de di roja 05.07.2011ê derbarê sîstema federaliyê tirsa herêma Kurdistanê neveşar û got:
– Pêwîste Îraq sîstema federaliyê, her weke di destûrê de hatiye diyar kirin, bisazîkirin bike. Ku heta dereceyekê desthilateke baş, ne bê sînor, ya xwebirêvebirinê dide herêmên federal. Kurdên Îraqê li ser avakirina weletekî ku sîstema wî federal, pirpartî û demokratîk be, bi îsrar bûn û bi îsrar in ku mafê hemû netewe û pêkhatên cuda ji metirsiyên hikûmeta merkezî bi parêz in. Sîstema federalîzmê û dana desthilatên siysasî bo herêman li Ewropa, Bakûrê Amerîka, Asiya û sertaserî cîhanê vê sîstemê peyrew dikin. Ji ber hindê ne maqûle ku bêjin ev sîstema federaliyê li Rojhilata navên sernakeve.
Bisazîkirina sîstema federalî, ya ku Nêçîrvan Barzanî behis lê dike, xaleke giring e û rizgarkirina Îraqê ye ji wê lîstika, bi bername, li dijî mafên destûrî tê ajotin. Binesazîkirina sîstema federalî jî îstîqrara sîstema Îraqeke demokratîk û federal ku, şertê pêkvejiyana aşitîxwazne li Îraqa piştî Sedam e, ne mumkin e.
Haydarbûn ji sîstema federal
Di vê navbeynê de gelek pirs hene ku giringe em wan pirsan ji xwe bikin, wan pirsan ji xwe, ji gişt saziyên peywendîdar, mediya û komeleyên civaka medenî li herêma Kurdistanê bikin. Eger em federalîzmê weke pirojeyekî çespandina aşitî, dabeşkirina desthilat û samanên xwezayî di navbera nawndê û herêmên federal de, weke di destûrê de hatiye diyar kirin, temaşe bikin û eger weke kontirakteke hevbeş lê binêrîn ku, giringe her du alî kontiraktê peyrew bikin, dê ji bo kirîzên Îraqê yên yek li pey ya din, ji destpêka damezrandina dewleta destkirda Îraqê di sala 1918ê de, sînorekî deyne.
Pêwîste em bizanin heta çi derece me amadekarî û moblîza millet bo têgehiştina naveroka konsêptê federalîzmê û çewaniya dabeşkirina desthilat û organên peywendîdar bi desthilatê û destûrê Îraqê ku, gelek xalên geş yên taybet bi federaliya Îraqê tê dene, kiriye? Heta çi derece em haydarin û me çend kar jê re kiriye? Gelo me û nûnerên me karekî bi bername ji bo vê armancê kiriye? Gelo me pirogramekê xandinê li Kurdistanê ku, bi zimanekî minasib bo temen û pileyên cuda yên xandinî amade kir be, heye? Heta çi derece zanîngehên(universitet) me lêkolînên hûr kirine û xwendekar raspardine ku li ser maf û erkên di sîstema federalî de kûrtir lêkolînan bikin? Bi rastî ma ne pêwîste îro zanîngehên me di warê stratejîk de serkêşiya zanistê di civakê de bkin û di wan rojên li me diqewime rêyên zanistî nîşanî me bidin û xwendigehên me yên fikrî bin? Gelo me rojnamevanên pispor hene ku di vî warî de pisporêyeke taybet hebe? Heta çi derece medya Kurdistanê ji bo vê armancê lê rast kirine? Em dê çewa karin vê valahiyê pir kin? Gelo nûnerên me yên hilbijartî li ast û warên cihê de, ji bilî xetên giştî, dîtineke hevbeş ji bo vê konseptê heye? Gelo saziyên hikûmetê di vî warî de amadekirine, yan ji bo wan federalî bi tenê termekê destûrî ye û bi tenê lutkeya (Top) desthilata Kurdistanê jê haydar e? Gelo çend pisporên kurdistanî di nav wan 70 î pisporên zanistên siyasî yên Îraqî de bûn ku, di sal 2004ê û vir de ji aliyl foruma a federalî li Kanadayê perwerde kirine?
Bê guma, dibe bersiva wan hemû pirsên li jor cîyê dilxweşiyê nebin. Ji ber hindê divê em, weke herêma Kurdistan, bi awayekî zanistî li ser çespandian van mafan rawestin, mafên destûrî ji bo me hemûyan zelal bin û dîtineke yekgirtî me ji bo mafên saziyên federaliyê hebe, me ji bo karkirina li ser destkeftiyên destûrî stratejîyek hebe, pilaneke amadaekirî û nexşerêyek hebe daku gişt akter, her yek li gor pisporiya xwe, bi hevahengî (koordîne)ji bona çespandina destkeftiyên destûrî kar bikin û wêstgeha gihiştina vê qonaxê û tabloyeke ji bo diyarkirina wext ji bona gehiştin bo wan armancên me rêkeftin li ser kirî hebe. Helsengandin ji bo edayê karê me pêwîste.
Nexşerêyek destûrî bo peyrewkirina sîstema federalî
Ew gumanên ji bersvên pirsên li jor ji me ra çê dibin, me neçar dike ku em li çarerseriyê bigerîn û ji bo dîtina çareseriyê jî, bi dîtina min, baştirîn rê ewe ku em bi pîvanên zanistî kêmasiyên xwe diyar bikin û paşî her bi pîvanên zanistî rêyên çareseriyê diyar bikin.
Ji ber hindê, di vê nivîsê de, ez dê bi wê pilanê analîzê bikim, bi hêviya ku ev nivîs deriyê minaqeşeke zanistî û armancadar bi minasebeta 19 saliya ragehandina fedelaîzmê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve, veke. Weke me berê jî got, me destkeftiyên destûrî yên baş hene û me qonaxeke baş biriye, em dikarin aliyên geş diyar bikin û dest deynîn ser xalên lawaz û ji bo çespandin u baştirkirina başan û çareserkirina kêmasiya pêngavên pêwîst pavîjin.
Xalên bihêzên herêma Kurdistanê
– Di destûrê da îtîraf bi mafên herêma Kurdistanê hatiye kirin.
– Yekem care kurd li Îraqê hest bi wê yekê dike ku ne hevwelatyê derece du û sê ye.
– Serokatiya herêma Kurdistanê heye û roleke wê ya diyar û hestpêkirî heye.
– Li dewletên derve pêşwaziyeke fermî li serokê herêma Kurdistanê tê kirin.
– Ji sala 1992ê were hikûmeta herêma Kurdistanê heye.
– Ji sala 1992ê were parlamentoya Kurdistanê heye.
– Destûra Îraqê biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê yên het 15.10.2005ê pesind kirine.
– Sipas ji bo hêzên emniyên herêma Kurdistanê, Kurdistan aram e.
– Aşitî heye.
– Herêma Kurdistanê di warê abûrî û avadankirinê de bi awayekî ber bi çav geş bûye.
– Opozisyoneke hilbijartî a çalak heye.
– Li paytexta herêma Kurdistanê hebûneke diplomasî a bihêz heye.
– Azadiya çapemeniyê heye.
– Hijmareke ber bi çav a kanalên mediyayê hene.
– Nûneratiyeke berfireh li Bexdayê, çi li ser astê hikûmetê yan jî parlamentoyê, heye.
– Civakeke medenî a ber bi çav heye.
– Qanûnên herêma Kurdistanê, di hindek waran de, bi taybetî di warê xêzanî de, ji yên Bexdayê pêştir in.
– Îmkanên malî yên baş hene.
– Potansiyaleke bihêz a kurdistaniyên diaspora heye ku, amadene sud lê bê wergirtin.
– Kanalên gihiştina nawendên biryarê li ser astê cîhanê hene.
– Hijmareke baş ya kurdan li hindek welatan sefîrên Îraqê ne ku şanaziyê dikin ku kurd in û nûneratiya Îraqê dikin û heta rojeke weke Newrozê jî bi navê Îraqê pîroz dikin.
Xalên Lawaz
– Têgihiştineke giştî û gelek zelal ji bo şaharmancên (armancên sereke) me li ser astê herêm, Îraq, deverê û navnetewî nîne.
– Saziyên fikrî ku hevkariya serokatiya siyasiya Kurdistanê di tevaya waran de bike, weke pêwîst nîne.
– Saziyên zanistiyên daîm ku li dervey makîneya hikûmetê karê siyasî bikin bo piştgîrîkirina wezaretan û postên siyasiyên din, weke pêwîst nîne.
– Şiyanên armancdar û berdewam di hemû waran de, weke pêwîst nîne.
– Abûrya xumalî weke pêwîst neserbixwe ye.
– Nebûna akademiyeke hikûmetî ji bo perwerdekirina kadiroyên siyasî, îdarî, civakî û abûrî di gişt sewyeyan de li dervey xwendina furmel.
– Nebûna, weke pêwîst, çavdêrî û nirxandineke sîstematîk bo çawaniya piraktîzekirina pilanan bi awayekî baş.
– Weke pêwîst nebûna hevahengiyê di navbera ekterên herêma Kurdistanê ji bo karkirin ber bi şaharmanacan ve.
– Weke pêwîst nebûna reformên esasî ji bo çalakirina mekîneya bîrokrasiya hikûmetê ku, hokarekî serekiye alozbûna kêşeyan û dirustkirina nerazîyê li ba hevwelatiyan e. Partiyên siyasî û siyasetmedar di vê di vî warî de pêşengiyê bikin.
– Leşkerekê karmendên hikûmetê heye ku pêwîste di ber çavan re bê derbas kirin û bên reform kirin. Bi heweka damezrandina hukumetî hikûmet nikare vê pirsê ji esas çareser bike, ji vê re dibêjin hebên misekin!
– Weke pêwîst nebûna sîstema teqawîdê bi awayekî hevseng ku sektora taybetî jî bigire navxwe. Pêwîste herêma Kurdistanê, ji bo karkirin li ser vê pirsa stratejîk, pisporên taybet ji dervey welêt bîne û digel îmkanên pisporên Kurdistanê têkel bike, daku ji vê tonela tarî rizgar bibin.
– Weke pêwîst kadiroyên pispor ji aliyê herêma Kurdistanê ve li saziyên dewleta Îraqê nehatîne danan.
Direnge, lê hêşta dikare pêngav bên avêtin.
– Destûra Îraqê gelek derî ji herêma Kurdistanê re vekirine. Giringe em haydarî wan mafan bin û bikar bînîn.
– Em dikarin li ser wan xalên kêmtir digel Bexdayê nakokî li ser heye, destkeftiyên baştir bidest bixin.
– Derftên karî zêdertir peyda bikin, bi rêya çalakirina saziyên federalî ku me li jor îşaret pê kiriye.
– Daxaz ji civaka navdewletî bê kirin ji bo ku li ser her du astên herêma Kurdistanê û Îraqê, di avakirina saziyên federalî de û perwerdekirina stafê pêwîst hevkariyê bikin.
– Ji pirsên nerm bo pirsên giring pêngavan pavêjîn.
– Dikare karê baştir li ser raya beramber bê kirin.
– Pirsgirêkên sîstemên senteralîst yên deverê atmosferekeî din pêkanîye ku di gelek waran de rewşa nuha ji bo têgihiştineke baştir alîkar e.
– Teknolojiya ragehandinê û mediya sosyal derfetên zêdetir bo dirustkirina karîgeriyê li ser raya giştî didin.
– Behsa aliyên geşên federalîzmê bikîn daku aliyên geş li ser aliyên kêmtir geş yên ku bi dehan kanalên mediya resmî û siysaî raya giştiya erebî pê av didin, baladest bibin. Mînak; şarezayekî wezareta spor û gêncan karî wê yekê îspat bike ku destkeftiyên sporê li welatên federalî di şampyonên sporê yên cîhanî de, ji welatên din zêdetir in.
Kelem
– Lutkeya desthilata erebî li Îraqê baweriyeke lawaz bi sîstena federal heye, yan jî hizirkineke senteralîstî a bihêz li ser astê hikûmtî û gelêrî li Îraqê heye.
– Lutkeya hukmdariya Îraqê li dijî peyrewkiirna sîstema federal bi awayekî rasteqîne, keleman çê dike. Bo nomone, danana kesêkî dijî dîtina federalîzmê weke Hisên Şehristanî li destpêkê weke wezîrê neftê û nuha jî weke cîgirê serokwezîr bo karûbatên enerjiyê.
– Di xalên hesas de ku, pêştir rêkrfin li ser hatiye kirin, lojîka kevin a hikûmeta merkezî baladest e.
– Cîranên Îraqê ku Kurdistan di navbera xwe de parçe kirine, sîstem afederal nîne û ji hebûna sîstema federal ditirsin. Ango ji berfirehbûna sîstema federaliyê ku bigehe welatê wan jî, dirtisin.
– Rewşa ciyopolîtîka deverê heta nuha rêxweşker nîne.
– Herêma Kurdistanê di dabînkirina xarnê de neserbixwe ye.
– Nûnerên Kurdistanê li Bexdayê bi awayekî yekgirtê kar naken, vê jî rola kurdistanê lawaz kiriye.
– Li gor hindek nûneran, Hevpeymaniya Kurdistanî li Bexdayê çalak nîne û li ser pirsên hesas nacivin! Eger ev yek wesa be şaşî û metirsiyeke gelek mezin e.
Bi van pîvanan û diyarkirina wan aliyên me îşaret pê kirî, dikare rêyên çareseriyê yên dirust bigerin û heman ew pîvan jî ku xalên bihêz, lawaz û tehdîdkar pê hatîne diyar kirin, rêya çareseriyê nêzîktir dike.
Lê tevî diyarkirin wan aliyan jî, divê em behsa struktur yan jî pêkhateya mekîneya rêkxistina karên xwe bikin, behsa wê sîstemê bikîn ya ku em zaniyariyan bi awayekî rêkûpêk pê komdikin û rapor dikin û ji bo biryaran dikin esas. Divê li gel hebûna nûneratiya herêma Kurdistanê li Bexdayê van pirsa bikin; Gelo li gel nûneran çi mekîneyeke rêxistin û çi mekanîzmeke pêwîst a kakrinê me heye ku ji bo me hemûyan naskirî be û kar pê bikin?
Bi gotineke din, divê perwerdeya rewşenbîriya federalî li ser esasê destûrî di nav gişt kesên peywendîdarên herêma Kurdistanê de bibe beşek ji pêgehendina zansitî bi awayekî berdewam. Biryareke weke vekirina akademiyeke pêşdebirina şiyanên dadweran ya ku serokê Kurdistanê berî demekê birayar li ser dabû, akademiyeke wesa ji bo geşepêdana zanistiya têgihiştina federaliyê pêwîste û divê parlamenter, wezîr, rawêjkar, sefîr, rêvebirên giştî û hemû ew kesên li ser pişka herêma Kurdistanê li astê Îraqa federal û li astê herêma Kurdistanê berprisyarî heye beşdarî wê akademiyê bibin. Herwesa me gelek pêwîstî bi wê yekê jî heye ku zanîngehên me di vî warî de pêşeng bin.
Ji aliyekê din ve teknolojiya ragehandinê bi awayekî pêşketiye ku bêy stratejîyeke demdirêj ku, berdewam dibin guhertinan de be, bêy nirxandineke berdewam û bêy perwerdeya zanistî ya berdewam, li gor rewşê, em nikarin weke pêwîst diqenaetpêanîna terefê beramber û gehiştina şaharmancên li gor destûrê bidestve hatine, serkeftî bin. Divê me ecêndayekî federalî êrîşber yê zanistî hebe li şûne ku senteralîstên Bexdayê berdewam zixtê li me bikin.
Giringe em destûrê bikîn alet û qutbnema (kompass) ji bona ku deriyê takrewiyê bo heta hetayê li Bexdayê bigirin.
Avêtina van pêngavan û kar li ser kirin dê hêsantir bin eger îradeyeke hevbeş û yekhelwestiyeke bihêz a kurdî li hember pirsên stratejîk hebe, bê guman pêngav avêtin ber bi vê armancê parelel digel îradeyeke hevbeş bi tenê hîmmeteke piralî lazim e.
• Ev analîz di kovara Civil a jimare 103 di 8-10-2011 de hatiye weşandin. Rojeva Kurd wergêraye ser zarava kirmancî