Helbet meha Adarê, mehek taybete ji bo gelê Kurd, di vê mehê da piraniya xweşî û nexweşiyên Kurd pêra derbas bûne. ji bilî wê vê mehê li cem Kurdan wekî destpêka jiyaneka nû tê nasîn û ji aliyekê din ve Kurd di pêkhata xwe ya derunî da peywendiyeka ruhanî an ruhê wê bi vê mehê ra heye. Divê vê yekê rehendê kulturî yan dîrokî hebe ji ber ku piraniya rêwresmên Zerdeştiyan di vê mehê dabûn. Bê guman vê yekê bandora xwe li ser kesayetiyê Kurd bi cîh hêlaye…..
Li vir de merema ji meha adarê pitir xame tîjkirine ji bo hinavên wan bîranîn û helkeft û bîreweriyên di vê mehê da rûdane. Ji ber ku bîrewerî û bûyer ji bo gelên cîhanê dibine hêvênê dahênanên mezin û mîratekê dewlemendê hizrî diafirînin û bi alavek felsefî û zanistî trajedî û bûyerên xwe ji bo nifşên xwe şîrove dikin. Durî azarên hestan û bi mînakên eqlî didine xûyakirin. Ji ber ku karkirin li ser dilîniyê rawestan encamên tehl jê peyda dibin û proseyeka berhemdar û berdewam nîne çunkî ji bo xûyakirina rastî yan pişt germî bi hestan rêya rast li mirovî wenda dikin vê genkeşê re û demarên dur hene her ji (Pirotaguras û Gurkiyas û Dekart û Kant û Luk) ya berdewamkirî ser encam xûya bûye hest nabine belgeyên dirust ji bo zanîna tiştekê.
Belku pêdiviye her tiştî bêxîn di teraziya eqlî da û eqil serdar bê neku hest. Dema mirov li bîrewerî û helkeft û bûyerên Kurdan dinêre biyavekê mezinê hizrî û felsefî lê xûyadibin lê dema têne saxkirin çarçoveyekê bê wateyî didine bûyerên xwe yên wateyî. ji bilî hindek diruşmên birîqedar û geşekê hemase sazî tiştekê din lê dirust nabe. Di salvegerên van helkeft û bûyeran da helkeft bi helkeftê tê kopî kirin çi nûyatî û gûherîn berçav nabin. Berî sal veger bê em baş fahm dikîn dê çi bê gotin. Dê çi bê bihîstin. Di encamê da nabine cihê balkêşiya me.
Ji ber ku her sal di xeleyeka hejara hizrî da xwe dubare dikin, têda bi tenê hindek dawet û gotarên dilînî û hemasî tê xwendin bi endazeyekê li cihê wê bûyere bibe herdem me’rîfî û serhatî jê bêne wergirtin berevajî ji bo mînak dema em kîmya barana Helebçe yan Enfalan bi awayek bê endaze yê dilînî sax dikîn carek din derunê xelkê Helebçe kîmyabaran dikine ve. Derunê xwediyên enfalan enfal dikîne ve ji ber ku di çarçoveyekê bê umêdî û şikestî têne saxkirin. Ev bûyere ji hestan derbasî hizran nabin ew raman û şakarên mezinên edebî û hizrî û yên li ser (Holokost) hatîne nivîsandin nayên hejmar. Gelo çi li ser Helepçe û yan enfalan hatiye nivîsandin.?
Ewên hatîne nivîsandin jî ji helbestê ne burîne, helbest jî derbirîne ne çareserî, pêdiviye ev cure karesate jêderê mezinê berhemanîna raman û me’rîfê bin dema bu gelên cîhanê têne şandin bikevin jêr bandora vê karesatê. Binêre hizirmendekê wekî (Erîck From) yê di regez da yehudî çawan kesayetiya (Hitlerî) şîrove dike. From Hitler wekî kesekê azarder û azarçêj qelem dide. Anku dixaze xelkek li jêr desthilata wî bin hevdem ew jî li jêr desthilata kesek din da be. Şîrovekirina deruniya From ji bo Hitler diyar dike ku Hitler kerb û kîn ji hemî xwedan riha vedibûn bêhtir kesekê mirin dost bûye ne jiyan dost.
Ew bi tenê dijî yehudiyan nebu belku dijî Elmanan jî bu sala 1942 ê bi eşkereyî Hitler got: Eger Elman di şerî da bişkên mafê jiyanê nîne, bişîne (erîk From) girêyiya derunî ya Hitler beramber dijminayetiya yehudiyan çawa şîrove dike. Bi xem afrîn ve ta vî demî Kurdan ne bi tenê xwendinek ji bo dijminê xwe nîne. Belku ji bo bûyerên xwe jî nîne. Bi tenê ji rûyê derve xwendin ji bo bûyerên xwe ya heyî bê bizanîn li pişt wan bûyeran çi hebûye? Di sala vegerên van bûyer û bîranînan da bi tenê nava têne gotin ne girin ke bizanîn Qazî Mihemed 31/3 hatiye sêdaredan. Belku ya girîng ewe bizanîn li pişt wê sêdaredanê çi bûye?
Yan dema Qazî berev xelfa sêdaredanê birî ji aliyê hizrî di çi rewşek da bûye? Lewra (lêsînkê) Elman dijî dîrokê bû dema digot: Dîrok bi tenê kogeha navane. Dema di van bîranînan da bi tenê nav bêne gotin hizr bendewar dibin. Xwendin ji bo rewşê bi vî awayî xwendinên serveyî ne ne yên wateyî. Dema em bixwazîn berhemekê baş ji van bîranînan peyda bikîn pêdiviye kûrtir xebitînê jêra bikîn binêre dema fîlosofên wekî (Hegl, Kant, Marks, Rusu) pirsan li dur bûyeran dikin li pey bersîva sê pirsan digerin ji bû asoyên hizrî û lojîkî rengê bûyerê xweş bikin, çi rû daye?
Çi di rewşa rûdanê da ye? Dê çi rû bide? Wate pêdiviye bi xwendineka (Hizrî, Sosyoloji, Saykolojî) bidîn bûyeran ji bo rêya li hember hestên xwe bigirîn û bi zanistî û eqlî bûyeran şîrove bikîn.
Rêber Kurdo Segêrî