Gelo em bi rastî jî çi dixwazin?

Bi peşnîyar û peşnîyazekî; gelo em hewl bidine xwe û bi dêzimanê xwe yê Kurdî her hest û ramanên xwe bînin ziman, dê çêtir nebe??? Tiştekî pir bala min dikişîne ku piranîya heval û hogirên me ku baş bi dêzimanê xwe jî dizanin lê mixabin bi dêzimanê dagirkera dinivisînin.

Ta heta kîngê? Ji bû çi?  Ka gelo em doza çi dikin? Bi saya internet û malpera, çi derfetekî xweş û delal ketîye destê me, lê em dîsa jî nikarin yan jî naxwazin bi kar bînin. Yan jî em pir kêm û şaş bi kar tînin. Ez hergav xwedî hêvî me, nexwe hêvîşikestî nebûme. Bi xwezî, xwestin û daxwazên germ; dibê ku em xwedî li zimanê xwe derkevin.

Heta ku ji destê me tê, dibê ku em bi vî zimanê xwe yê qedîm binivisînin, lê ne ku sirf li ser navê nivisandinê, bi rêbazên nerast binivisînin û xwe tetmîn bikin.

Gelî xwuşk û birayên delal; banga min ji we teva ra ye ku di qada sîyasî da çi dek û dolab dizivirin bila bizivirin, em dibê ku bi “çar desta” bi zimanê xwe bigirin û xwedî lê derkevin. Ew jî bi bîr û bawerî, bi zanîn, ji can û dil dibe…

Bilî wan noktayên hanê; nêrîna; “bila herkes, her Kurdekî çawa dizane bila wusa jî binivisîne, çawa be dê pêş da hin sazîyên Kurd dê derkevin û rast bikin!” hey maşallah…û mala we ne ava be.

Lê mixabin ku ev dîtin û nêrîn bi giranî henin û qet ne rast in. Sedem jî bi tevayî xwe ji spartina “çîroka” tên. Ango “sedem” dîtin in. Dibê ku heta ji destê me tê em binivisînin … lê ne ku “ettehiyatu çawa lê hatû”..

Bi rastî indî şerm e. Kurd da heta kingê bi rêzimanekî rast û durust dê li xwedî zimanê xwe derkevin??? Bi zanîn ji bû dêzimanê Kurdî … Bi zanîn ber bi dêzimanê Kurdî …

Îlhamî Can

Nerîna min :