Ez neteweperwerim
Komeleya Hebûn bo Hizrên Neteweyî, kempînek di bin navê ” EZ NETEWEPERWERIM ” encam dide.
Bi armanca girîngî dan bi raman û hizrên neteweyî, di salvegera ji dayikbûna Mîr Celadet Elî Bedirxan, damezrênerê tiyora hizrên Neteweyî, Komeleya Hebûn bo Hizrên Netewî, kempînekê di bin navê EZ NETEWEPERWERIM li dar dixe.
Mîr Celadet Elî Bedirxan ew keseye ku, kariye bi kar û xebata xwe hest û evîna kurdan bo gel û axa wan bi awayekî zanistiyane bixe tiyoreke pêşketî.
Ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine xwestine ku Kurdan ji hizrên neteweyî û niştîmanperweriyê dûr bixin û hez û evîna Kurdistan di dilê wan de nehêle, û mixabin hinek kes bi wan hatin xapandin.
Divê em ji bîr nekin ku neteweperweriya gelê bindest û ya gelê serdest nabin wek hev, wek mînak neteweperweriya Turk ku li ser zordariyê hatiye dariştin, nakeve çarçoveya neteweperweriyê.
Ji bo rizgarkirin û parastina miletê Kurd ji ferheng û kultûrê dewletên dagîrker û pêşxistina civaka Kurdî divê asta hoşyariya neteweyî û hest û evîna niştîmanperweriyê li ba take Kurd gelekî zêde bibe.
Em jî dibînin ku wacib û erke li ser milê me ku em jî xizmeta gel û miltê xwe bikin û vê kempînê li dar bixin.
Ji bo pştgîriyê li vê kempînê, em daxwazê ji hemû kurdperwerekî niştîmanperwer dikin ku (Dirûşma EZ NETEWEPERWERIM li ser kaxezekê binivîsîne û wêneyê xwe li gel bigre) û ji mere bişîne li ser pêca me ya Facebookê.
https://www.facebook.com/pages/KomelaHebunNGO/466092386748682
Em hêvîdarin ku hûn jî bi erkê xwe yê neteweyî rabin û piştevaniya me bikin.
Bijî Kurd, Bijî Kurdistan…
RÊXİRAWA HEBÛN
bo belavkirina hizrên netewî
27/04/2014



