Dosya

Gelo di referandumde “na” yek û “erê”yek çawa dibe erê?

Min heta nûha gelek caran di derbarê kezagoneke nû de gelek nivîs nivîsandin. Lê di derbarê referanduma guhertina makezagonê de tu nivîs nenivîsandin. Bes beriya demekê min ji ronameya Radîqalê re bîrûreyên xwe yên li jêr bi kurtî diyar kirin.

Ez di destpêkê de gelek aşkere diyar dikim ku salê min 61 e. Min heta nûha li Tirkiyeyê erz neçûme ser sanduqê û min deng nedaye. Min her demê dezgehên dewleta tirk protesto kirin. Lewra ew dewleta ji bona min û kurdan ne meşru ye. Loma jî min tu dem deng neda partiyên tirkan jî.

Wek min ji rojnameya Radîqalê re jî diyar kir, ez ji bona referandumê jî naçim sere sanduqê. Lê ez baş dizanim ku bi mîlyonan kurd jî, dê biçin ser sanduqê. Ji bona vê yekê wek mirovekî  xebatkar ya doza kurd, wek berê çawa di hilbijartinên giştî de min bîrûreyên xwe ji reya giştî re diyar kiribû, ez nûha jî di derbarê referanduma guhertina makezagonê de bîrûreyên xwe dixwazim pêşkêşî reya giştî bikim.

                                                    *****
 
Me kurdan, piştî hibijartina giştî ya 2007-an, hêvî dikir ku hikumeta nû dê ji bona makezagoneke nû dest bi xebetekê bike. Ji bona ku reşnivîseke makezagonê amade bibe û kurd jî bibin teref hewil bide. Lewra gelek aşkere derketibû holê ku makezagona heyî encama lihevkirina gelên Tirkiyeyê, gelê kurd û tirk nebû, ji aliyê hêzên desthilatdar yên dewletê yên bûrokrasiya leşkerî û sivîl ve hatibû amade kirin:  Ev peymaneke civakî ne, ev belgeyeke dewleta neteweyî ya tirk û unîter parastinê bû.

Dema ku hilbijartin qediya û Partiya AKê hilbijartin ji sedî çil heftan qezenç kir, derket holê ku Partiya AKê bir grubek aqademîsyên reşnivîseke makezagonê amade kiriye. Her çiqas piştî Dîktatoriya Leşkerî ya 12-ê Îlonê li ser makezagonê minaqeşeyên gelek tund û tûj hebûn jî, piştî amadekirina reşnivîsa makezagonê minaqeşe û gengeşî dijwartir bûn. Encama gengeşiyên dijwar û êrîşa hêzên dewletê, Partiya AKê nikarî ji reşnivîsa xwe re xwedî derkeve û wek reşnivîs nedayê amade kirin, helwesteke neyênî diyar kir û reşnivîs ji rojevê rabû.

Lê vê reşnivîsê, ji bona minaqeşeyên nû li ser makezagonê perspektîvên nû nîşan da.

Reşnivîsa  makezagonê ya ji aliya Partiya AKê de hatibû amade kirin, çend rastiyên tehl jî derxistin holê. Lê ji wan rastiyên tehltir, yên kurdan eleqeder dike hîn balkêş bûn. Derket holê ku Partiya AKê jî bi metoda ne demokratîk makezagonê dixwaze amade bike. Ev riya, riya bûrokratîk û bi îradeya gelan re jî têkîldar nîne. Ew naxwaze ku makezagon bibe makezagona kurdan, makezagon bibe peymaneke civakî di navbeyna neteweya tirk û kurd de. Loma jî dema ku reşnivîsa makezagonê dide amade kirin, kurdan daxilî denklemê nake. Qiymetê nade îradeya gelê kurd.

Piştî ku Partiya AKê reşnivîsa makezagonê paşve wergirt, demeke dirêj ji makezagoneke nû û ji guhertina makezagona Dîktatoriya Faşıst ya Leşkerî behs nekir. Lê dema ku di derbarê Partiya AKê de doza girtinê li Dadgeha Makezagonê vebû û doz bi negirtina Partiya AKê dawî hat, hikumetê ji bona guhertina makezagonê tevgeriya. Lê dema ku di makezagona 12-ê îlonê de jî xwest guhertin pêk bîne, îradeya kurdan neda ber çav û kurd wek teref jî nepejirand.

Hikumetê dema ku biryara guhertina 26 xalên makezagonê da û ev guhertina di meclîsê de jî da qebûlkirin, pirsa merkezî û esasî li Tirkiyeyê her çiqas “pirsa kurd” bû û ev rastiya ji aliyê serokkomar, serokwezîr û hemû berpirsiyarên hikumetê de dihat diyar kirin jî, dema ku guhertina makezagonê hat rojevê, ji bona “pirsa kurd”, ji bona mafên neteweya kurd hîç xelek nepejirand û li ser pirs û mafên neteweya kurd nehat rawestandin.

Hikumetê dikarî ji bona perwedayî ya zimanê kurdî, ji bona pejirandina hebûna kurdan, ji bona terîfa hemwelatiyê guhertinekê çê bike, xalên nîjadperest bi awayekî biguherta, ev yeka nekir.

Li cem vê, guhertina makezagonê ji bona ku li Tirkiyeyê demokrasiyeke plûral, demokrasiya her neteweyekî û grubeke civakî û fikrî û dînî û mezhebî guhertinek pêk baniya, di guhertinê de ev yeka jî pêk neanî. Ji demokrasiya neteweyî ya tirk û unîter pêşve gav nehat avêtin. Netewe, grubên etnikî û civakî û dînî û mezhebî û fikrî mehkumî demokrasiyeke neqis hat kirin.

Loma ez ji guhertina makezagonê re dibêjim “na”.

                                                       *****

Lê li cem van rastiyan, rastiyên din jî hene, divê ew rastiyan jî bên dîtin.

Ev rastiyên çi ne?

Makezagona heyî, her çiqas gelek caran hatiye guhertin jî, makezagona Dîktatoriya Leşkerî ya 12-ê îlonê ye. Di vê makezagonê de (di 26 xalan de) guhertin hatiye kirin. Bi taybetî jî bi qempenyaya referandumê ev guhertina, ji guhertina 26 xalan derbas bû, wek bûye muhasebeya Darbeya 12-ê Îlonê.

Me kurdan û kurdperweran her demê ji dewletê zerar dîtiye. Lê di Dîktatoriya Faşîst ya 12-ê Îlonê de me kurdan û kurdperweran bi tevayî zerareke mezin dît. Bi sedhezaran kurd hatin binçav kirin û hatin girtin û hatin eşkencê kirin û hatin dadgeh kirin û hatin kuştin. Zimanê kurdî di nav malbat ê de  jî hat qedexe kirin.

Loma ev guhertina heyî her çiqas ji bona kurdan bi taybetî û ji aliyê mafên kollektîf de tiştekî  zêde jî îfade neke, bi giştî li dijî Makezagona 12-ê îlonê ye.
Dewleta otorîter û faşîzan û kolonyalîst di dema şerê sar de bi hêza leşkerî dihat meşandin û li ser piya dihat rawestandin. Piştî ku dema şerê sar qediya û derfet nema ku leşker vekirî bi piştgiriya hêzên navneteweyî  desthilatdariya siyasî bigre destê xwe, dadgeh ji bona sîstemê sûtuna esasî ye. Îro jî desthilatdarên dewleta kûr bi riya dadgehê nûfus û desthilatdariya xwe dom dikin. Guhertina nû ya makezagonê her çiqas di sîstema dadgehan de guhertineke bingehî pêk nayine û dadgeh dîsa dadgeh wek dadgehên miletê tirk jî dimînin, di sîstemê de ji bona ku desthilatdariya dewletî qels bikeve guhertin çêbûne.

Bi guhertina makezagonê, her çiqas mûrurî zeman asteng be jî, derfet çê dibe  berpirsiyarên dîktatoriya faşîst ya 12-ê îlonê, dadgeh bibin.

Bi guhertina makezagonê sînorkirî be jî, ji azadiya fikir û xwe îfadekirinê, maf û azadiyên din firehbûnek pêk tê û di rewşa psîkolojîk de nermiyek çê dibe.

Di guhertina makezagonê de, hêzên dewletê, dewleta kûr, CHPê, MHPê, BDPê xwediyê helwesteke mişterek in.  Helwesta BDPê ji ya CHPê û MHPê xirabtir e. Bê wateyê jî nîne. Lewra CHPê, MHPê encama dewleta unîter û kolonyalîst e. PKK û BDPê jî encama rejîma 12-ê Îlonê ye. Ev hêzan li dijî demokrasiyê ne.

Helwesta min her demê li dişjî wan bû. Nuha jî helwesta min bi wan re bibe yek, wê demê divê ez helwesta xwe ji binî de ji çav derbas bikim.

Bi guhertina makezagonê şerê sivîlan, burokrasiya leşkerî û sivîl gelek aşkere derket holê. Di vê şerî de aliyê sivîl, wek kurdekî ez dixwazim ne demokratîk be jî, her demê ji aliyê dewleta kûr û hêzên dewletên yên mitlaq yên kemalîst de erênî ne.

Helwesta me divê di vî şerî de ya bê teref, an jî ji sivîlan re teref be. Di vê merheleyê de ji sivîlan re terefbûn, ji bona guhertinên pêşeroj ên rasyonal û vîjdanî,  pêwîst xuya dike.

Loma jî, ji guhertina makezagonê re “erê” gotin makul e.

                                                      ******

Dema ku ez “na”yek û “erê”yekê  bi qanûn û pîvanên geometriyê û fizîk û kîmyayê, rastiyên Tirkiyeyê Didim ber hev û senetez dikim: Encam dibe “erê”.

Bodrum, 03. 08. 2010

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button