Polîtîk

Barzanî û Talebanî li Hewlêrê civiyan

Îro înî 13.08.2010 li Hewlêr Celal Talebanî serok komarê Iraqa Federal pêşwazî li birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de ku Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resul Elî amade bûn, rewşa siyasiya herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêj kir.

Di derbarê pêvajoya siyasiya herêma Kurdistanê de, her du alîyan tekîd li ser girîngiya yekdengî û yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê, û bi taybetî tekîd li birayetiya di navbera Partî (PDK) û Yekîtî (YNK) kirin. Barzamî û Talebanî herwesa tekîd li karkirina ji bo bihêzkirina rêkkeftinameya stratejiya di navbera her du alîyan de û hewldan ji bo yekdengî û xurtkirina nav mala Kurdistanê kir.

Sebaret bi pêşketinên ser meydana siyasiya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, her du alî cext li ser pêwîstiya pêkanîna hikûmeteke hevbeşa rasteqîneya nîştîmanî kir ku hemû kutleyên serketî û siyasiyên Iraqê temsîl bike.

Her li vî warî de serdana Nûrî Malikî Serok Wezîrê Iraq ya Kurdistanê û hevdîtin û civînên li gel Barzanî bi erênî û girîng hate wesif kirin.

Her wiha di hevdîtinê de her serok Barzanî û serok Talenabî girîngiya rola kurda ya li Iraqê dûpat kirin, bi awayekî ku ew rol, rola xêr û fakterê pêkanîna aliyan û li hevdûnêzîkkirina bîrûboçûnên cûda cûdayan bibe.

Di dawiyê de danûstandinên şandeya danûstandkara hevpeymaniya firaksiyona Kurdistanî li gel aliyên dinê Iraqî da bi pêngavekî serkeftî hate zanîn û nêzîkbûn û girêdana hevpeymaniya kurd li gel aliyên din da jî cext li ser bicîhkirina wê karnameyê ku şandeya kurdistanî xistiye ber destên aliyê serketiyan kirin.

Back to top button