PKK heta 20ê îlonê tu çelakiyên çekdarî nake
PKK-ê biryar da ku heta 20-ê îlonê tu çelakiyên çekdarî nekin. Li gora ku ajansa ANF ragihandî, Îro konseya serokatiya KCK-ê daxûyaniyek belav kir, di daxûyaniyê de hate kifşkirin ku, “hêzên me yên aktîf ji 13-ê tebaxê heta 20-ê îlonê biryara ku tu çelakiyan nekin girtiye û dê ew di rewşek pasîf de bin. Lê dema êrîşek bê bo ser me, emê bersiva êrîşê bidin û xwe biparêzin.”
Di daxûyaniyê de, ji bo ev pêvajoya me destpêkirî bibe bingehê aşitiyek giştî hinek daxwazî ji hukumetê hatin kirin. Daxwaziyên KCK evin.
Ji bo ev proses berdewambe, divê hêzên çekdarên Tirkiye operasyona nekin,û agirbestek du alî bête ragihandin.
Bila ew kesên bi navê KCK-ê hatîn girtin werin berdan.
Divê Ocalan bi aktif bikeve di nav pêvajoya aşitiyî de, û hukumet van mercan amade bike.
Divê baraja hilbijartina bête daxistin.