Polîtîk

Kurd li hêviya bersiva aliyên ereb in

Kurda aliyên din yên Iraqê re hevdîtin kirin. Niha hêviya bersiva wanin. Gerek di vê heftiyê de aliyên din bersiva pirsên kurda bidin. Kurdan di derbarê daxwaziyên xwe de projeyek pêşkêşî alîyên Iraqî kirine û endamê şandeya kurdî Necîb Ebdullah di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku kurd daxwaza helwestên zelal û eşkere ji wan alîyan dike û kurd dixwazin ku hemû alîyên Iraqî bîr û nerînên xwe bi bisteyî û awayek zelal, di derbarê projeyê kurdan de dîyar bikin.

Necîb Ebdullah got, ku ew dê di hefteya bihê de çaverêyî bersiva wan alîyan bin û piştî gihijtina besriva wan jî, ew dê kombûnekê saz bikin û tê de biryara xwe bidin.

Di vê bêjedana xwe de Necîb Ebdullah da nîşandan, ku dem ji hemû alîyan re giring e û hemû jî niha di bin pestana (zexta) demê de ne.
Necîb Edbullah tekez kir, ku kurd alîyekî giringê vê prosesî ye, belê heta niha bersiv ji alîyên dinên Iraqî nehatiye û ji ber vê yekê, kurdan ti biryar di bareya pirsa hevpeymanîyan de nedane.

Back to top button