Di muzîka kurdî de albûmek nû
Di sala 1978’an de li qeza Depê (Karakoçan) hate dinê. Berî gelek salan bi muzîkê têkildar bû. Di nava demê de têkiliya xwe bi muzîkê re pêşve bir û giraniya xwe bêtir da vî warî.
Di sala 2002’an de albuma xwe ya yekemîn “Gula Min Tu Negire” çêkir.
Di sala 2007’an de muzîsyen Ayhan Evcî nas kir. Ew bi hev re xebitîn, stran çêkirin. Di stranan de girîngiyê dan gotin, kirp û nîgaşê…
Ji bo ku di muzîka bajêr (a Kurdî) de vegotina hîn realîst û hîn xwezayî pêk bê, xebitîn.
Hat xwestin ku di der heqê jiyan, evîn û serhildanê de nêrînên mirovên ciwan ên li perrên bajêr (li waroşan) dijiyan bê vegotin.
Guh nedan populîzmê, lê giraniya xwe dan îfadeyên hîn sade, fesîh û hestdar. Gotinên stranan esasen tiştên ku Rodî li perrên bajêr (li waroşan) jiya bûn anîbû ziman.
Vegotina fesîh û sade samîmîyetê welidand.
Ev vegotina sade û saf bi muzîkê hate destek kirin.
Evîn û serhildan û xemên perrên bajêr hate gotin.
Xwe bi qalibên giştî sînordar nekir.
Evîn li perrên bajêr çawa bûn. Bêçaretî, xem, şahî û otantîkî piçek jî di nav şêwazeke nostaljîk de hate dayîn.
Di vê wateyê de xebateke balkêş derket holê.
Album ji deh stranan pêk tê. Tevahiya gotinên stranan ji aliyê Rodî ve hatin nivîsandin. Muzîk jî ji aliyê Ayhan Evcî ve hatin beste kirin.
RODÎ / TAZÎ