Tirk li Kurdistanê çekên kîmyawî kartînin
Hat ispatkirin ku dewleta Tirk li Kurdistana Bakur çekên kimyavî kar anîne. Gelek caran şerê di navbera hêzên çekdarên Tirkiye û çêkdarên PKK-ê de hatiye idia kirin ku, leşkerên Tirk li Kurdistanê çekên kimyawî kar tînin.
Kovara Almanî Der Spiegel, di vê derbarê de encama lêkolînekî belav kir. Piraniya caran li ser laşên gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane ev emaret hatine dîtin. Herweha li gelek deverên Kurdistanê di encama bombebaranan de jî emaretên ku çekên kîmyawî hatine karanîn kifş bûne.
Di meha adara îsal de hinek çekdarên PKK-ê di şerekî de jiyana xwe ji det dan. Komeleya mafê mirovan got kul i ser laşên van çekdaran hinek emare hene ku çêkên kîmyawî hatine karanîn. Komela mafê mirovan bi hemî belgenameyên xwe rêkirin Zanîngeha Hamburg a Almanî. Lêkolînek zanistî li ser laşên çekdarên PKK-ê û belgeyên hatîn pêşkêşkirin çêbû.
Di encama vê lêkolînê de eşkere bû ku dewleta Tirk çekên kîmyawî yên qedexe kirî li dijê çekdarên PKK-ê karanîne. Serokê komisyona derve Ruprecht Polelenz daxwaz kir ku ji bo vê bûyerê komisyonek navnetewî bête pêkanîn û di vê derbarê de lêkolînek berfirehtir bike.
Herweha serokê bizijkên navnetewî Gisela Penetekr, jî da xûyakirin ku ji berê de ev îdia hebûn,lê imkana ku lêkolînek bête kirin zehmet bû.