Polîtîk

Agirbest gavek erêniye

Piştî tevilheviyekî  PKK-ê agirbest ragihand. Bê goman ragihandina agirbestê ji aliyê PKK-ê ve gavek erênî bû. Lê dema mirov berê xwe dide pêvajoyê tevê, gelo ev prosesa hatina hinek guruba PKK-ê ji Qandîl û Maxmûrê destpêkirî, hevce bû ku bête provoke kirin? Ev pirseke. Lê cardin di vê pêvajoyê de hate xûyakirin ku, li Tirkiye û Kurdistana Bakur dezgehên tarî wek Ergenekon û JITEM-ê, gelek feyde ji vê dema ku şer çêbûyê dît.  Eger mirov temaşe bike, çi sedemek tunebû ku pêvajoya berê ya agirbestî heyî bête xirakirin.

Hêzên çekdarên Tirkiye bi hemi awayî ji bo ku statukuya xwe û taybetî wesayeta xwe ya li ser îrada sivîl heyî berdewam bikin, dive şerek hebe. Ew naxwazin tu cara li Kurdistanê şer xilas bibe. Ji ber ku xilasbûna şer bi awayekî  têkçûna hêzên çekdar e û windabûna wesayeta wan li ser hemi dam û dezgehên dewletêye. Lêşker ji bo vê destkeftiya xwe winda neke bi hemi awayî li ber xwe dide.

Taybetî dema pêvajoya referandumê destpêkirî , hat dîtin ku hinek guhertinên destûrî yên ku rasterast leşkeran bi xwe jî eleqeder dikin wê çêbibin, bi fermana serokfermandarê Tirkiye Ilker Basbug dezgehên tarî dest provaksyona kirin. Hêviya leşkeran heta civîna konseya leşkerî ya bilind berdewam kir. Lê encamê civîna konseya leşkerî heviyên leşkeran têkbirin.

Li vê derê wek kurd tişta ku em dibêjin dive PKK, tu cara newê leyiztika van dezgehên tarî. Ji ber ku îro destê leşkeran de çekê herî mezin ewe ku dema leyiztikekî bike PKK bixwe di nav vê leyiztikê de û ji ware bête pêkanîn feydeyê bibîne. PKK bi biryara şer mecalê dide plan û programên dezgehên tarî. Lê bi sekinandina şer û pişgiriya pêvajoyek demokratî leyiztikên dezgehên tarî  xira dike.

Civîna ku li Diyarbekir çêbûyî û Ahmet Turk wek hevserok hatî hilbijartin, îşaretek erêniye di siyaseta PKK-ê de, herweha vê yekê ve girêdayî ragihandina agirbestê jî gavek erêniye. Lê gelo wê helwesta Boykot kirina referandumê berdewam be yan ne? ev hêj ne diyare, lê BDP biçek din îrada xwe ya serbixe karbine û li gora rastiya xwe bibe xwedî helwest wê helwesta ku biryara boykotê rakin û di hilbijartinan de bêjin erê, dê e helwesta wan çêtir vê bêvajoyê ve bigunce.

Armanc ne ewe ku mirov BDP-ê tenê rexne bike, lê dive carcarna BTP guh bide hinek dengên ji derê xwe jî, dê ev yek çêtir perspektîfa wan bi xwe berfireh bike. Eger BDP, biryara boykotê berçavre derbas bike ku niha dike, û biryara ku di referandumê de bêjin erê bidin, wê karek baş bikin û ji xirabiya CHP,MHP û eniya statukuparêz dûr bikevin.

14.08.2010

Dara Bilek

Xeber Analîz-Rojevakurd

Back to top button