Polîtîk

Misilman mêvanên Obama bûn

Serokê Amerîka Obama li Qesra Spî xwarinek ya fitarê da misilmanan. Di vê xwarinê de Obama axavtinek kir û behsa rewşa misilmanên Amerîka kir. Ji bo xwarina  fitarê, balyozên welatên misilman û hinek misilmanên ku,li Amerîka dijiyan û du endamênkongresa Amerîkî yên misilman hatibûn vexwandin.

Obama di axaftina xwe de, behsa rewşa misilmanên cihanê kir. Obama got ku, tu girêdana rêxistina El Qaîde misilmaniyê re tuneye, ew rêxistinek terorîste û bi nave misilmaniyê dixwazin misilmaniyê ji bo armancên xwe yên xirab karbînin, Ji bo vê jî em li dijê wan şerekî mezin dikin, emê di vî şerê dijê terorê de serbikevin.

Berdewambûna axaftina xwe de Obama behsa mafên misilmanan li Amerîka jî kir û got; Mafê misilmaneya ku wek her hevwelatiyek yê Amerîka wacibên xwe yên olî bi azadî karbînin.

Back to top button