Cîhan

The Economist rewşa leşkeran bi xirab nirxand

Kovara Ingilizî The Economist, hêjmara xwe ya meha Tebaxê de nivîsek li ser Tirkiye û nakokiya di navbera hukumet û leşkeran de nivîsî. Kovar dide xûyakirin ku, di şerê navbera leşker û hukumetê de leşker sernekeftin. Di vê derbarê de The Economist dinivîse: “ Di civîna salane ya meha Tebaxê de hêzên çêkdar nekarin li himber hukumete serbikevin, û bi awayek xirab têkçûn.“

the_ekonomist_186717982.jpg

Li gora The Economist nivîsandî, dibêje ku, yê herî ketî rewşek xirab û îtibara xwe winda kirî Basbug bi xwe bû. Herweha behsa wê yekê dike ku çewe daxwaziyên leşkeran pêk nehatine, û hinek idiayan di derbarê orgeneral Hasan Igsiz de radigihîne. Herweha dide xûyakirin ku, hêdî rewşa leşkera new ek berêye û hêdî nabê wek berê jî.

The Economist dide xûyakirin ku, hukumet li gora bernama xwe ya çûyina berbi Yekitiya Ewropa ve gelek şerek zehmet li gel leşkeran dike.Pêkanîna hinek reform di derbarê guhertina destûrîde jî lêşkeran û rewşa wan aloz dike.

Back to top button