Nivîsar

Gelo dêrên kurdan çûne kurê?

 Îro li gelek herêmên Kurdistanê kavilên sînagog û yên dêran hene. Çi dema ku behsa wan kavilan dibe, bê ku yek bisêwire dibêje: “Ev dêr a Ermenan bû, ev dêr a Suryaniyan bû” û heta hinek nivîskar û lêkolîner jî dibêjin: “Ka xwediyê van dêran? Bi kur ve çûne?”Mixabin kes nasêwire ku piraniya wan sinagog û dêran ên Kurdan bûne. Herweha piraniya wan kesên ku niha dibêjine wan ERMEN an ASÛR, AŞÛRÎ û KILDAN jî Kurd bi xwe ne.

Mesele weha bûye:

Dema Îsa pêxember daxuyaniya ola xwe bo Kurdan eşkere kiriye, wê demê piraniya Kurdan peyrewên Zerdeşt Pêxember bûne, hinek peyrewên ola Ezdatiyê bûne, hinek jî peyrewên ola Mûsa Pêxemberî bûne. Gelek Kurd ola Îsa pêxemberî pejirandine. Çewa ku niha Kurd mizgeftan ava dikin, Kurdan dêr jî ava kirine, berê sînagog ava kirine û di wan de perestinî kirine. Wek mînak: Mizgefta Amedê a bi navê “Olu Camî” perestingeha Ola Behdînê (Zerdeşt) bû, di hewşa wê de devera bilid ku niha li dorê desmêj tê girtin jî, cihê Agirê Pîroz bûye. Kurdan ew perestingeh kirine dêr û tê de perestinî kirine. Piştre li gelek herêmên Kurdistanê dêrine nû hatine avakirin. Ha wisa Kurdan 600-700 sal wek Fileh ola Îsa parastine. Dema ola Îslamê derketiye û bi piranî Kurd bûne bisilman, ew mizgefta Amedê “Olu Camî” kirine mizgeft û tê de perestiniya Islamê kirine. Dêrên gelek herêman jî veguhaztine wek mizgeft û tê de nivêj kirine. Lê belê jimareke pir mezin Kurd ola Îslamê nepejirandine, li ser ola Îsa û ya Mûsa Pêxember mane. Ewên wisa her di sînagog û dêrên xwe de perestinî kirine. Yani bi kurtî ger bête gotin, Neteweyê Kurd 600-700 sal di ola Îsa Pêxemberî de maye, lê kes niha behsa dêrên wan nake.Îro bi sedhezaran (belkî bi milyonan) Cihû, Aşûr, Suryan, Kildan û Ermen hene ku ew bi nijada xwe Kurd in, lê ji ber mesela dîn, xwe Kurd napejirînin. Eger ew dixwazin nijada xwe ya rasteqîne bizanibin, bila DNAya xwe çêbikin. Hingê wê kifş bibe ka ew Kurd in an na. Bi vê yekê re wê kifş bibe ka ev kavilên dêran jî ku li Kurdistanê hene yên Kurdan bûne yan na.

Eger ev rastî derkeve holê, wê devê tevan bête radan û hew behsa kavilên dêrên Kurdistanê dikin.

Stockholm 20/ 05/ 2015

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button