Polîtîk

General Austin spasiya asayîşa Kurdistanê kir

Êvariya îro dûşem 20.04.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek efser û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li civînê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka spasiya hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina Konsolgeriya Amerîka li Hewlêr û destxweşiyê jî li Asayîşa Herêma Kurdistanê kir ku li demeke kêm da karîn encamderên teqîna înî ya derbasbûyî ya Ankawa destgîr bikin û serxweşiyê jî li kesukar û qurbaniyên rûdawa terorîstiya Ankawa kir. Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka li dirêjahiya axaftina xwe de behsa rola Pêşmerge ya li şikestdana terorîstên Da’îş li bereyên şer û her wiha yarmetîdana Kobanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge gelek bi rêkupêkî karî li şerên Kobanê da bi bandor bê û hevkêşeyê li dijî Da’îş biguhere. Her wiha berdewamiya welatê xwe ya li yarmetîdan û hevkarî kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de dûpat kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya Hikûmet û gel û artêşa Amerîka kir li yarmetîdana Kurdistanê û yarmetiya serbaziyên Amerîka li şerê Pêşmerge li dijî Da’îş bi bandor wesif kir. Di derbarê bi kirdara terorîstiya Ankawa Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev rûdaw bi rûnî nîşan dide ku terorîst li bereyên şer da lawaz bûne û dixwazin bi sedemên kirdarên terorîstî li bajaran qerebuya şikesta xwe bikin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku bi tu awayekî terorîst nikarin li Kurdistanê de pêgeha xwe hebê û cihê xwe bikin û geş bikin. Serok Barzanî balkişand li ser hemahengiya bê wêneya hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan da û wê yekê xisterû ku ev hemahengî wiha kiriye ku li şer û operasyonan da bi tenê yek kesê sîvîl jî nebûye qurbanî û eve jî li rastiyê de destkeftekî mezine.

Her li vê kombûnê da amadekariyên proseya azad kirina bajarê Musilê û rewşa meydanî ya bereyên şer li Nînowa, Kerkûk, Selahedîn û Enbar hate nirxandin. Çawayiya bilind kirina asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka û peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û serdana çaverê kiriya Serok Barzanî ya Amerîka mijareke dinê vê kombûnê bû.

Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmetê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmetê, Enwerê Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Ebdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê amade bûn.

Back to top button