Polîtîk

Serok Barzanî raya hemû hêzên Kurdistanî wergirt

Bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serok roja dûşem 20.04.2015 li Selahedîn bi mebesta raguherîn û duvdaçûn û şîret kirina pirsên niha yên Herêma Kurdistanê civîna hêzên Kurdistaniyan birêveçû.

 

Kombûn bi mebesta nirxandin û danustandina bîr û ramanên di derbarê şerê terorîstên Da’îş û serkeftinên Pêşmerge û her wiha rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê û serdana çaverê kiriya Serok Barzanî ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka bû û her wiha armanç û naveroka nameya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Parlemen û Hikûmet û aliyên siyasiyan û xistinerûya nêrînên aliyan ya di derbarê destûr û pirsa Serokayetiyê bû.

 

Di destpêka kombûnê da Serokê Herêma Kurdistanê amadebûyên kombûnê ji rewşa dawî ya bereyên şer û rewşa meydanî ya bereyan û serkeftinên Pêşmerge û rewşa navçeyên azad kirî agahdar kir. Li beşekî dinê kombûnê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê nameyê kir ku pêşkêşî Parlemen û Hikûmet û aliyên siyasiyên Kurdistanê kiribû û wê yekê xisterû ku ev name pêşkêşî hemû aliyek û hemû takekî Kurd hatiye kirin û daxwaz jî kir ku hemû aliyek kar ji bo ewe bikin ku li ragihandinan da bangeşe ji bo alozî û girjiyan neyê kirin. Her wiha nêrîna xwe ya di derbarê pirsa destûr û Serokayetiyê ji bo aliyên beşdarbûyên civînê şîrove kir û balkişand li ser wê yekê ku berî dû sal li nameyek da daxwaz ji Serokayetiya Parlemen û aliyan kiribû ku bi zûtirîn dem li ser meseleya destûr û aliyeta hilbijartina Serok de bigihin encamekî û niha jî bila Parlemen û hemû alî bigihin çareseriyê û destûrê bigihînin qonaxa rapirsiyê. Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz jî kir destûr ji bo gel û welate û pêwîste bi giyanekî nîştîmanî û dûrî li muzayedat bê çareser kirin û di derbarê meseleya Serokayetiyê de wê yekê behs kir ku babet li cem aliyên siyasiyane û bila pêkve bigihin rêkkeftinê û biryarê li ser meseleya Serokayetiyê bidin. Paşê jî daxwaz ji amadebûyan kir ku nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê şerê Da’îş û azad kirina Musil û ajandaya serdana Serokê Herêma Kurdistanê û pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û meseleya destûr û Serokayetiya Herêmê de bixin rû. Piştî guftûgoyekî têr û tije aliyên beşdarbuyên kombûnê gihîştin van encamên xwarê:

 

Yekem: Beşdarbûyên kombûnê qurbanîdan û cangoriya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya ji bo parastina ax û jiyana hemwelatiyan û pêkhatên neteweyî û olî yan bilind nirxand û tekez li ser palpiştî kirina berdewamiya hêzên Pêşmerge û yekxistin û bihêz kirina şiyana serbaziyên Pêşmerge û her wiha baştir kirina rewşa jiyana Pêşmergeyên qehreman kirin. Her wiha beşdarbûyên civînê hewlên Serokê Herêmê ya li serpereştî kirin û amadebûna li bereyên şer û piştevanî kirina hêzên Pêşmerge bilind nirxand û spasiya hêzên hevpeymanan û dostên gelê Kurdistanê kirin ku hevkariyên serbazî pêşkêşî gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirine.

 

Dûyem: Civînê de ji bilî li berçav girtina rewşa hestiyar û çarenûssaza ku Kurdistan û Iraq û navçe têde derbas dibe, tekez li ser parastina yekrêziya hêzên aliyên siyasiyan kir ku wekî zaminek ji bo mîsoger kirina serkeftinên gelê Kurdistanê û parastina destkeftan kirin û her wiha aliyên siyasiyên beşdarbuyê kombûnê tekez jî li ser mafên rewayên gelê Kurdistanê kirin û palpiştiya xwe ji bo wan hemû hengavan nîşan dan ku bi berev mîsoger kirina mafên gelê Kurdistanê û parastina destkeftan û pêşveçûna doza rewaya gelê Kurdistanê ve diçin. Li gel ewe jî bi pêwîstî zanîn hewlên aliyên siyasiyan û dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çaksazî û nehiştina kêmasiyan bê bi hêztir kirin.

 

Sêyem: Beşdarbûyên kombûnê tekez li ser berdewamiya guftûgo û baştir kirina peywendiyan û bi cîhkirina rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha berfireh kirina peywendiyên dostane û hevseng li gel cîranan kirin û wê yekê dûpat kirin ku Herêma Kurdistanê sedema aramî û geşbûna navçeyê û aştî û çareser kirina kêşe û giriftan dibê.

 

Çarem: Beşdarbûyên civînê palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Serokê Herêmê û şanda li gel ya Amerîkayê ragihand û pêşniyar û nêrînên xwe yên di derbarê ajandaya vê serdanê xistinrû.

 

Pêncem: Civînê de ji bilî tekez kirina li parastina siyade û yek perçeyî ya axa Herêma Kurdistanê û kar kirina ji bo serxistina proseya yek xistina hêzên çekdarên Herêmê li bin sêwana Wezareta Pêşmerge, eve jî dûpat kir ku pêwîste aliyên siyasiyan kar ji bo hêwirkirina ragihandinê û dûr xistina wê nefesê bikin ku dijî bexteweriya hemwelatiyan û yekrêziya nîştîmaniye. Civînê de refza hemû hewl û bangeşeyek jî kirin ku ji bo sepandina nêrînek ku li derveyê yasa û serwerî û taybetmendiyên Herêma Kurdistane.

 

Şeşem: Di derbarê meseleya destûr û Serokayetiya Herêmê aliyan tekez li wê yekê kirin Destûr û Serokayetiya Herêmê pirsekî nîştîmaniye û divê hemû alî bi nefesekî nîştîmanî û dûrî li girjî û muzayeda siyasî û ragihandinê muamele li gel da bikin û derfet bi wê lîjneyê bidin ku ji aliyê Parlemen ve ji bo nirxandina Destûr hatine hilbijartin û her wiha pirsa Serokayetî jî li çarçêweya yasa û komdengiya aliyên siyasiyan bê çareser kirin.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê

Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê

Tevgera Goran

Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

Komela Îslamî

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê

Tevgera Îslamiya Kurdistanê

Partiya Şu’î(Komunist)a Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşan(Kedkaran)

Nûnerê Kutleya Turkmenên li Parlemena Kurdistanê

Nûnerê Kutleya Mesîhiyên Kurdistanê

Back to top button