Polîtîk

Encamderê teqîna Ankawa hate destgîr kirin

Naveroka daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê:

Hemwelatiyên delalê Herêma Kurdistanê agahdar dikin ku piştî lêkolînekî hûr û dûvdaçûna hêzên Asayîşê û hevkariya hemwelatiyan, şeva derbasbûyî encamderê serekî yê teqîna roja 17.04.2015 ya li bajaroka Ankawa hate destgîr kirin.

Ev kirdara terorîstî ya ku bû sedema şehîd bûna dû hemwelatiyên Bakûr û birîndar bûna hejmarek hemwelatiyên din, bi sedema otombêlekî bomberêjkirî bûye ku li nêzîkî kafeteryayek hatibû park kirin û bi sedema kontrola ji dûr ve hatibû teqandin. Lêkolîna li ser terorîstê destgîrkirî berdewame û piştî rêkarên yasayiyan hemwelatiyên delal ji naveroka zêdetirê derbarê vê kirdara terorîstî de agahdar dikin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

20.04.2015

Back to top button