Gelo bi rastî rewşa Newşêrwan Mistefa çewaye
Ev heymekî dirêje Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê li Eweropa ye û tê gotin ku nexweşe û li Londonê, li nexweşxaneykê pizîjk îlaca wî dikin. Destpêkê di ragehandina Goran û mediyaya derdûra wê de dihat gotin û hevjîna serokê Tevgra Goran di komayê de ye û Newşêrwan nikare van nêzîkan veger Kurdistanê. Lê piştî aloziyên başûrê Kurdistanê û çêbûna xwenîşandanan û êrîşî baregayên PDKê li wîlayetya silêmaniyê hatî kirin, rewş ber bi aqarekî gelek aloz çû û nakokî kûrtir bûn, iha divê rewşa hesas û nazik de dengek ji Newşêrwan nehat, vêça kanalên ragehnadina Goran û yên nêzîk wê îdiya kirin ku Newşêrwan Mistefa nexweşe û li Londonê tê îlac kirin û nikare vegera Kurdistanê. Heftiya borî Ysif Mihemed serokê parlamentoya Kurdistanê, serdanana Londonê kir û li gor hin çavkaniyan li ser rewşa başûrê Kurdistanê digel Newşêrwan Mistefa civya bû û malpera Şarpress weşandibû ku di demek nêzîk de Mistefa dê vegere Kurdistanê. Lê roja 27ê vê mehê, malpera Livînpress ya nêzîkî Tevgera Goran weşandiye ku keske nêzîkî Newşêrwan Mistefa bi navê Celaî Sam Axa ji malperê re gotiye ku Newşêrwan Mistefa di demek nêzîk de navegerer Kurdistanê û dê texîr bibe. Kî dizane rastîra vê pirsê çiye. Guman heye ku rewşa Newşêrwan Mistefa weke ya Celal Talebanî serokomarê berê yên Îraqê be dema ku li Almaiyayê bû, hîngê her roj xeberek dihat weşamdin û dihat gotin û rewşa Talebanî başe û dê nêzîk vegere Kurdistanê, lê Celal Talebanî nêzîkî du salan li Almnauyayê ma û piştî vegeriyay Kurdistanê her kesî zanî rewşa wî çiye. Niha Newşêrwan Mistefa jî di wê rewşê de derbas dibe û tevgera wî rastiyê ji raya giştî re diveşêre.Li vir çend pirsên nezelal û veşartî hene û heta niha mediyayê û bi taybetî mediya Goran û mediya nêzîk wê besiva wê pirsê nedaye. Gelo:– Kî nexweşe, Newşêrwan Mistefa yan hevjîna wî.- Eger Newşêrwan Mistefa nexweş be rewşa wî bi rastî çewaye.- Çima di televizyonê de dernakeve.- Çima tu daxuyaniyan li ser rewşa aloza Kurdistanê nade- Dîtin û helwesta wî li hember rewşa Kurdistan tê de derbas dibe çiye- Newşêrwan dixwaze ev rewş bi awayê heye berdewam be- Tevgera Goran ji kontirola wî derketiyeNiha başûrê Kurdistanê, ji aliyê siyasî û êkonomê ve, di rewşek gekek dijwar û giran de derbas dibe û rojên xwe yên herî nexweş derbas dibe. Eger kesek weke Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran ku, partiya sêyemîne li başûrê Kurdistanê, eger di vê kêlîkê de ti daxuyaniyan û gotinên xêrê nebêje û ji bona baştirkirina rewşa siyasiya başûrê Kurdistanê roleke erênî û baş nelîze êdî direng dimîne, kesatî û mêraniya herher kes li tengaviyan diyar dibe. Nasrat Hacî28.02.2016