Bila ji min dest pê bike
Rayedarekî PDKê eşkere kir ku Serokê PDKê Mesûd Barzanî li ser encamdana reforman gotiye, “bila reform ji min dest pê bike”.Encumena Rêveberiya PDKê duh bi serokatiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya. Di civînê de herî zêde li ser reformê û bicîhanîna fermana Barzanî ji bo encamdana reformê li nav partiyê de hat axaftin.Endamê Encumena Rêveberiya PDKê, Elî Husên li ser naveroka wê civînê ji Rûdawê re got, di civînê de hat tekezkirin ku divê biryarên Serok Barzanî ji bo reformê bên bicîhanîn.Elî Husên diyar kir ku reform li nav PDKê derheqê wan kesan de tê kirin ku serdest û xwedîhêz bûne bi taybet di mijara darayî de. Ji ber ku dibe hinek kes li nav partiyê de bi rêyên “ne rewa” xwe bihêz kiribin, ji ber wê jî lêpirsînkirin ji vê mijarê pir girîng û baş e.Di bersiva vê pirsê de ku PDK û Barzanî çiqasî di mijara encamdana reforman de ciddî ne, wî rayedarê PDKê got, Serok Barzanî pir ciddî ye di vê mijarê de. Em ji berpirsiyartiyê narevin em piştgiriya Serok Barzanî dikin. Em hemû amade ne ji bo vê yekê. Jixwe yên ku derfetên partiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne, li ber çavan in. Reform tenê reformên darayî nînin, rêveberî û ragihandina partiyê jî dê guhertin tê de çêbibe.Elî Husên eşkere kir ku Barzanî gotiye, bila reform ji min dest pê bike û wiha domand, Serokê PDKê jî endamê PDKê ye. Eger îmkan û derfetên partiyê li ba wî bin emê kêfxweş bin. Sala 1975ê îmkanên wan bi kêrî şoreşê hatin. Dema Şoreşa Gulanê dest pê kir, îmkanên wan bi kêrî şoreşê hatin…