Bi serperiştiya Serokê Kurdsitanê Mesûd Barzanî, Encûmena Serkirdeyatiya Partiya Demokratiya (PDK) civînek lidarxist, di civînê de çendîn mijar û tewer gotûbêj kirin û biryarên pêwîst di derbarê wan de dan.Deqê daxuyaniya Encûmena Serkirdayetiya PDKêBi serperiştiya Serokê Herêma Kurdsitanê Mesûd Barzanî, Encûmena Serkirdeyatiya Partiya Demokratiya (PDK) civînek neasayî lidarxist, di civînê de çendîn mijar û tewer gotûbêj kirin û biryarên pêwîst di derbarê wan de dan. Di despêka civînê de derbarê serdana Serok Barzanî bo Ewrûpa û beşdarbûna wî di Kongireya Asayişa Cîhanî ya Munchunê de gotûbêj kirin û bi serdan û beşdariyek serkeftî hate nirxandin. Di tewerekî din de rewşa Iraqê û Navçeyê bigiştî û rewşa Kurdistanê bitaybetî hate gotûbêj kirin, herwiha behsa pêwîstiya amadekirinê bo pêngavên bê hate kirin ku divê di amadekarî li gorî asta guherinana be. Herwiah civînê behsa mijarên taybet bi partiya me û hin guhertinên pêwîst hate kirin, beşek ji van guhertinan jî hatine lêkolîn kirin û hin mijar û guhetin jî pêwîstî hib lêkolînan e jibo ku di demek nêzîk de werin cîbicî kirin. Di dawî tewerên civînê de derbarê biryarên cenabê Serok Barzanî çi li ser asta hikûmetê be çi li ser asta PDKê be, gotûbêj hatin kirin, di civînê de dûbare piştgirî û amadeya xwe bo pêngav û biryaran û şêweyê guncaw jibo cîbicî kirna wan. Di dawiya civînê de rola Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê bilind hatin nirxandin û silav bo malbatên şehîdên serberzên Kurdistanê hate şandin. Encûmenê Serkirdayetiya PDKê27 Sibatê 2016