Cîhan

Gelê Kurdistanê hest bi êş û şanên kiryarên terorîstan dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, di peyameke de  kiryara teroristiya bajarê Sankt Petersbur yê Rûsyayê,  şermezar dike û sersaxiyê li gel û hikûmeta Rûsyayê û malbatên qurbaniyê wê kiryara terorîstî dike.Ev li jêr teksta peyama sersaxiyê:Mixabin, roja duşemê 03.04.2017ê li nav metroyeke bajarê Sankt Petersburg kiryareke terorîstî qewimî û ji sedema wê kiryara teroroîst hijmareke  hevwelatiyan jiyna xwe ji dest da û hijmareke din jî birîndar bûn. Em wê kiryara terorîstî bi dijwarî şermezar dikin û sesaxiyê li gel û hikûmeta Rûsyayê û malbatên qurbaniyê wê kiriyara terorîstî dikin û ji birîndaran re jî çareseriyeke lezgîn dixwawzîn.Li her deverkê be, ji bona encamdana pîlanên xwe yên qirêj, terorsît mifay ji biçûktirîn dervet dibînin û xelkê sivîl dikin armanca xwe. Gelê Kurdistanê jî, ji ber ku di çeperên pêşîn yên rûbirûbûna teror û terorîstan de ye, gelek bi başî  hest bi êş û şanên kiryarên terorîstan dike.Ev kiryarên terorîstan li her devera biqewimin , divê ew bibin handerek bihêz ku civaka navdewletî zêdetir kar li ser binbirkirina terorê li cîhanê bike û di vê çarçoveyê de hevahebgiyeke baştir bike.Careke din, em hevsozî û hevxemiya xwe digel malbatên qurbanbiyan, gel û hikûmeta Rûsyaya federal parve dikin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê04.04.2017

Back to top button