CîhanPolîtîk

DYA:Îdareya Trump êş û azarên gelê Kurdistanê fêm dike

Di civîna xwe de ligel Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî de, Serfermandarê Artêşa Amerîka ragihand, xwîna şehîdên Pêşmerge dihêle ku Amerîka pêbendbûna xwe bi piştevaniya Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.Îro Sêşema 4-4-2017 li bajarê Hewlêrê, Serok Barzanî pêşwazî li General Cezêf Danford Serfermandarê Aertêşa Amerîka û şanda pê re kir. Ew şand jî ji her yek ji Carîd Koşner Şêwirmendê mezin ê Serokê Amerîka û Tom Bosard Şêwirmendê Asayişa Navxwe ya Serokê Amerîka û Kêît Şîller Rêveberê Operasyonên Ofîsa Oval, pêk hatibû. Di wê civîna ku şandeke pilebilind hikûmî û ewlehî û siyasî û leşkerî ji Herêma Kurdistanê amade bû, Serfermandarê Artêşa Amerîka di gotinekê de, pêzanînên xwe ji bo serokatiya Serok Barzanî û destkeftên Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê, pêşkêş kir û sersaxî ji Serok Barzanî û malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest û ragihand ku qurbanîdana Pêşmerge Pêşmerge di şerê li dijî terorê de, bi nirxtirîn tişt e û ew xwîna şehîdên Pêşmerge dihêle ku Amerîka pêbendbûna xwe bi piştevaniya Herêma Kurdistanê berfirehtir bike. Herwiha Serfermandarê Amerîka got ku, ji bo berdewambûna serkeftinan, pêwîstiya Amerîka bi wê yekê heye ku hevahengiya xwe ligel Hêzên Pêşmerge zêdetir bike.Di beşeke din a axaftina xwe de, Serfermandarê Artêşa Amerîka behsa têgiheştina Amerîka û îdareya nû ya Trump ji êş û azarên gelê Kurdistanê kir. Herwiha şanda mêvan tekez li ser dostayetî û hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û ji Serok Barzanî re ragihandin ku gelê Amerîka û îdareya nû li hemberî serkirdatiya Serok Barzanî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge matmayî mane.Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û spasiya hikûmet û artêşa Amerîka kir li ser piştevaniya wan ji bo Hêzên Pêşmerge û jibilî amajedan bi qehremaniya Pêşmerge, ragihand ku cihê şanaziyê ye ku bi alîkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî Pêşmerge efsaneya DAIŞê şikenand. Herwiha Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi hevahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de nîşan da, ku di encama wê hevahengiyê de tenê sivîlek nebûye qurbanî.Di beşeke din ji axaftinên xwe de, Serok Barzanî behsa dîroka hevbeş a gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û ew êşên ku li ser destê Hikûmetên Iraqê hatine serê gelê Kurdistanê, kir. 

Back to top button