Gel ji Serê Kaniya Rihayê direve
Welatiyên ku li navçeya Rihayê li Serê Kaniyê (Ceylanpinar) dijîn, mecbûr dimînin û berê xwe didine bajarên cîran. Nêzika heftekiye ku li ser sînor û li Serê Kaniya Suriyê, şîdet dijwatir bûye. Şerê di navbera hêzên artêşa Suriyê û artêşa azad de car caran sînor derbas dike û li navçeya Rihayê li Serê Kaniyê gel di nav tirs û neçaretiyê de dihêle. Ji ber dijwartina şer welatiyên Serê Kaniya Rihayê, bi otobûs û wesaîtên taybet, berê xwe didine bajarên cîran yên wek Riha, Amed û Semsûrê.
Welatiyên Serê Kaniya Rihayê diyar dikin ku, ji ber parçeyên şarapnelan û ji ber dengê balefir û top û çekan, ew tedîrgîn dibin û ew jî li ser derûniya zarokên wan bandoreke neyînî berdide. Ji ber vê tirsê, mecbûr dimînin ku malên xwe berdin û biçine bajarên cîran.
Xwediyê fîrmayên otobûsan jî diyar dikin ku, ji ber daxwaziyeke zêde, ew bera nagihînin ku otobûsa bişînine Serê Kaniyê û welatî dixwazin ku seetekê pêşde ji navçeyê dûr bikevin.
Bandora şîdeta li ser sînor, herî zêde li ser esnafan dibe. Bi sedema pevçûnan, camên gellek esnafa hatine xwarê. Li navçeyê pirraniyê dikanan derabeyên xwe venakin. Dîsa zarok, ji ber şîdeta ku carna dipeke aliyê Tirkiyê, nikarin biçine dibistanan. Dibistan, ji ber ku xetere heye, ji aliyê rayedaran ve gellek rojan tên betlanekirin.
Balefirên artêşa rejîmê, çima ku çekdarên artêşa azad ketine nav bajaroka Serê Kaniya Suriyê, wira bombardiman dikin û ew jî dibe sedema mirina sivîlan. Herê dawî balefirên şer yên rejîmê, taxa Kurdan bombardiman kiribû û 8 kesa jiyana xwe wenda kiribû û 57 kes jî brîndar bûbûn.
Dîsa tê ragihandin ku, çekdarên artêşa azad, li Serê Kaniya Suriyê, davêjine ser malan û li hemberî gel şîdetê bikartînin. Gellek dîmenên bi vî rengî, li ser înternetê tên weşandin.