Polîtîk

Li Amedê polîs midaxeleya protestoya şevê kir

Bêdengiya li hemberî çalakiya grevên birçîbûnê a  hikumeta dewleta Tirkiyê, a ku 63 roj li pey xwe hîştin, her şev li Amedê bi ronahî vemirandinê tê protestokirin. Gelê Amedê, di bergeha protestokirina vê şêweyî de, her şev seet di navbera 19.00 û 20.00 an de, ronahiya malên xwe reş dikin, quşxane û tewe digrin û dadikevine kolanan. Bi li hev xistina quşxane û teweyan, bêdengiyê bi deng derxistina xwe protesto dikin. Îşev jî wek çend şevên borî, gel protesto lidarxist lê rasta êrîşên polîsan hatin. Li gellek taxên Amedê, gel, bi devikên quşxane û teweyan dema protesto lidardixist, polîsan, bi ava tazyîk û gaza bombeyî midaxeleya gel kir. Hat ragihandin ku polîs, guleyên rastîn jî teqandine.

Li Kolana Hunerê, di nav de hunermend Îlkay Akkaya, Seroka Bajarê Amedê a BDPê  Zubeyde Zumrut, Şaredarê Yenişehirê Selim Kurbanoglu jî têde, gellek hunermend, rewşenbîr û bi sedan kes hatine ba hev. Koma ku kombû, sloganên wek, bijî berxwedana zindanan, dîlgirtiyên şoreşger rûmetiya me ne avêtin. Dûra komê dest bi meşê kir. Polîsan, li peşberî wan barîqat danîn û bê hişyarkirin bi ava tazyîk û gaza bombeyî midaxeleya wan kir. Koma protestoyî, meşa xwe teva midaxeleya polîsan jî domandin. Polîs hemû kolanên ku derdikevine semta Ofîsê dorpêç kirin. Li her kolanê midaxeleya polîsan dewam kir û zêdetirî 20 kes hatine binçavkirin. 

Back to top button