Nivîsar

Gef

“Gefkirin nîşana çi jê nehatinê ye, tivengên dawetiyanin.”

Nûtirîn gefa Erdoganî te bihîstiye?

Zikê min ne ambara kesiye, nexasime ya Serokan!

Ji kengê were tu bûye (Salihê pismamê nûrê)*.

Di ser vê kêlincaya te da, her nabime (Salihê pismamê nûrê)!

Merema min ne ewe ya te hizirkirî, merema min te nûtirîn gefa Serokê tirkiye bihîstiye ku ya dûre ji her etîketeka mirovî, çi ca ya bo Serokê welatekî!

Her çende bo min ne xeme çunku eger bi gefan baye nuke ji mêje gelek millet û welat ji atlasa cîhanê hinda biban bo nimûne Îsraîl û gelê Kurd, lê vê carê çi şekir şikandiye!

Piştî kuştina 34 serbazên tirkî li Suriya, Erdoganî ya bi serê rejîma Esedî ve sond xarî ku hemî dê bine armancên leşkerê tirkî!

Ma eve yekemîn zirta Erdoganiye! camêrî yê gurêx bûyî û nizanit dê bi çi reng ji kurbeqka Suriyê derkevit û belku piştî vê rûdanê bi derkevit û bêjit: Berjewendiya me ya netewî wesan dixazit!

Yarî kirin di gel zilhêzan neya bi sanahiye!

Ji mêje hatiye gotin: “Xweziya wî kesî yê şiyanên xwe nas diket”!

Anku to dibêjî piştî wê ruydanê dê xwe vekêşit?

Teng pîs yên lê hatîne şidandin û amajên ji Nato û Amerîka dihên ne li duv daxwaza Erdoganî ne, nexasime piştî gefa vekirina sînorî bo penahenda ku derbasî Ewropa bibin kiriye rastî.

Anku her wê diket ya dibêjit!

Hemû bo hindêye da bi ruyekê spî xwe ji Suriyê vekêşit!

To dibêjî her gefek merem jê xwe paşve kêşane ji kêşê û dagêrane ji xwestekên xwe!

Hema li rewşa Iraqê û Kurdistanê mêze bike dê ji vê dîda min pişt rast bî!

Iraq û Kurdistan nakevin bin çi pêverên zanistî!

Çi bizavên mirovî ji derveyê pêverên zanistî nînin û tev dikevin bin yasa û rêsayên zanistî, lê bêje ev rengê siyasetê yê gorê xudanên xwe bi derzîkê dikolin û bizava rewtê Sedirî baştirîn nimûneye.

Tu yê dibêjî gef û soz gorê xudanên xwe dikolin?

Dîrok vê çendê dibêjit, gef û soz nîşanên piştguhkirina xwestekên welatiyane û di heman demî da gorê xudanê xwe dikolin!

Salihê pismamê nurê… Mirovekê dûrî bela bû, hemiya digotî Salih mirovekê tirsinokeye… Mamê wî bi destê hindekan hate kuştin, xelkî çikî dihavêtinê û digotin: Ne çi zelamî eger da tola mamê xwe veketin… Lê Salihî bi nihênî karê tolvekirina mamê xwe dikir û piştî demekî sê zelam bedelî mamê xwe kuştin… Salihê nurê bûye hêmaya bi nermî tolvekirinê!

Mihemed Çelkî

Back to top button