Polîtîk

Fuat Mesûm Iraqiyek xirab e

Fuat Mehsûm endamê Mekteba siyasî ya YNKê ye. Li ser navê YNKê serokkomarê Iraqê ye.

Roja 03.09.2018ê yekemîn rûniştina dema çarem a parlamentoya Iraqê de serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm gotarek pêşkeş kir.

Mesûm di gotara xwe de bi tu awayekî behsa rewşa kurda, Kurdistanê hêzên pêşmerge nekir. Wesfê artêşa Iraqê û heta radeyekî yê Heşda Şeibî da.

Ev gotara serokkomarê Iraqê di medya civakî de gelek bû babetê gotubêje û xelkekî henekên xwe li Mesûm kir. Mesûf bi nav kurde lê di dema serokkomariya xwe de pişta xwe da kurda û wek Iraqîyek xirab kar kir.

Bi vê helwesta Fuat Mesûm rexneyên giran li YNKê jî hate kirin , xelkekî da xûyakirin ku Fuat cardin YNK kir cihê şermiyê de.

Di vê derbarê de endamê parlamentoya Iraqê yê PDKê Rêbuwar Ebdulrehman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Fuad Mehsûm ne wek serokkomar û ne jî wek kurd ti rolek nedît. Nabe ew ji erebekê zêdetir Iraqçîtiyê bike, ji ber eger ereb li ser erkekê bin diaxivin û navê kurd wek hevbeşekî Iraqê tînin. Lê Fuad Mehsûm herçend kurd e jî û wek pişka kurd bûye serokkomar heta naha ew tişt nekiriye. pêwîstbû serokkomarê Iraqê bi awayekî navê Pêşmerge anîba û behsa zîrekiya wî kiriba. Ji ber Pêşmerge Iraq û hemû navçe ji DAIŞê parast. Ji ber wî em Fuad Mehsûm rexne dikin û helwêstê wî wek hemû helwêstên wî yên berê yê li hember bûyerên li ser Kurdistanê de hatin bê helwêst bû .

Parlementerê PDKê berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Di dema desthilata Fuad Mehsûm de Iraq çend qonaxan de derbasbû. Navçeyên Kurdistanê ketin dest DAIŞê, lê Pêşmerge berevanî lê kirin û ew navçeyane rizgar kirin .

Back to top button