Fuad Hisên: Serdana Erdogan ya bo Kurdistanê dîrokî ye
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand ku serdana serokwezîrê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê amaje bi wê çendê dike ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de gelekî pêş ve çûne.
Fûad Hisên di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got: “Biryar e 29ê vê mehê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya pê re, piştî serdana Bexdayê, serdana herêma Kurdistanê bike.”
Hisên got: “Serdana serokwezîrê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê gelekî girîng e û serdaneke mêjûyî ye. Her weha amaje bi wê çendê dike ku têkiliyên di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê gelekî pêş ve çûne. Ji zû ve ye kar bo pêkanîna vê serdanê tê kirin.”
Fûad Hisên diyar kir ku di civînên di çarçoveya vê serdanê de dê gotûbêj li ser bihêzkirina têkiliyên di navbera Tirkiye, Iraq û herêma Kurdistanê de bê kirin nemaze têkiliyên bazirganî, siyasî û kulturî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de.
Li ser pirsa “Gelo di karnameya civînan de pirsa PKKê jî heye?” Hisên bersivê de got: “Di karnameya civînan de dê qala hemû pirsan bê kirin çimkî têkiliyên di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de tenê têkiliyên warê ewlekariyê nîne. Hertim jî digel berpirsên Tirkiyeyê bi awayekî vekirî behsa pirsa hatiye kirin.”
Tê çaverêkirin Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de serdana Bexda, Necef û Hewlêrê bike.
Di şandeya digel Erdogan de wezîrê dewletê Zafer Çaglayan, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û wezîrê jêderên sirûştî û enerjiyê Taner Yildiz heye.
Her weha Serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirina Konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî bibe
Pêştir jî Navenda Ragihaninda Serokwezîriya Komara Tirkiyeyê ragihandibû, Erdogan dê 28ê vê mehê serdana Iraqê bike û digel serokomarê Iraqê Celal Talebanî, serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.