Polîtîk

PDK dest bi guhertinan kir û ji Silêmaniyê dest pê kir

Li gor wan zaniyariyên gihştîne malpera Rojevakurd, Partiya Demokrata Kurdistanê  PDK) ji bo cîbicîkirina biryarên kongreya 13ê, dest bi guhertinên rêxistnê kiriye.

PDK yekem gava guhertinan li wîlayeta Silêmaniyê dets pê kir û berprisên hemû liqên parêzgeha Silêmaniyê guhertin bi vî awayî:
 Helo Ehmed Kurde bû berpirsê Liqa 4 a Silêmaniyê, Arî Hersîn bû berpirsê Liqa 21 a derdûrên Silêmaniyê, Diyarî Hisên bû berpirsê Liqa 12 a Helebçe, Ako Çavşîn bû berpirsê Liqa 15ê a Xaneqîn, Mihemed Herkî bû berpirsê Liqa Çemçemal û Edhem Barzanî jî bû berpirsê Liqa 11ê ya Raniye.

Herwesa li gor biryara kongereya 13 ya PDK û ji bo dabeşkirina desthiltana, Partî  civata serokatiyê ji wîlayeta Silêmaiyê û li Kerkûkê damezran.

Civata serokatiya Partiyê li Silêmaniyê pêk tê ji:

Izedîn Berwarî endamê polîbûroyê weke berpirs û  Ferîdun Ciwanroyî endamê civata serkirdayetiyê weke cigar hatine destnîşan kirin û civata seroaktiya wîlayeta Silêmaniyê dê berpirsiariya liqên 4, 11, 12 û 21ê bike.

Civata serokatiya Partiyê li Kerkûkê:

Selah Delo endamê polîtburoyê weke berpris û Diyarî Hisên endamê civata serkirdayetiyê weke cigar hatine destnîşan kirin û dê berprisiyariya liqên 3. 15. 19 û 22ê bike.

Piştî tatîla Newrozê jî PDK dê dest bi guhertinên liqên Hewlêr, Mûsil û Duhokê jî bike. Li gor wan zaniyariyên gihştîne rojevakurd, tê çaverêkirin ku guhertin bi vî awayî bin:

Ferîq Faruq ku nuha berprisê liqa Şêxanê ye dê bibe berprisê liqa 18ê li Amêdiyê
Sebest Sidorî berprisê liqa  Duhokê dê bibe berpirsê liqa Akirê
Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqa Zaxo bû berprisê  Duhokê
Serbest Tirwanişî berprisê liqa Şingarê bû berprisê Zaxoyê

Li ser astê serkridayetiyê jî:

Rêbwar Yelda endamê polîtburoyê dê bibe berpirsê rêxistina Partiyê.
Remzî Şaban endamê civata serkirdayetiyê dê bibe berprisê darayî û îdarî
Qadir Qeçax ku nuha berpirsê liqa Akrê ye dê bibe berprisî akademiya Partî û senterê lêkolînan.

Herwesa tê çaverêkirin ku PDK hindek guertinan di postên hikûmî jê de bike, bi taybetî di postî cîgirê serokê hikûmetê û postî serokê dîwana serkatiya civata wezîran guhetinan bike.

Back to top button