Cîhan

Mona Sahlin bi xaliya Kurd hate oxirkirin…

Seroka berê ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Mona Sahlin ku roja şemiyê (26 adar) dawî li karê xwe wekî Seroka Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê anî, bi xaliya Kurd hate oxirkirin. Xalî ji alî delegesyonek Kurd ve ku ji alî rojnamevan Kurdo Baksi, nivîskar Keya Îzol, rojnamevan Cemal Batun û nûnerên PDK li Swêdê Kemal Navdar û Hafzellah Nerweyî û nûnerê YNK Arî Reza ve hate pêşkeşkirin.

Di dema pêşkeşkirina xaliya Kurd de, medyaya Swêdî enteresyek berfereh nîşan da. Mona Sahlin spasiyên xwe pêşkeşî delegesyonê kir û got ku ew dê vê xaliyê di jora xwe ya mêvanan de daleqîne. Dema lê temaşe kirî dê hevaltiya Kurdan bête bîra wê.

Cîhê gotinê ye ku Mona Sahlin a ku Seroka mezintirîn Partiya Swêdê bû, her dem dostaniyek xurt nîşanî doza Kurd a rewa kiriye. Herweha Sahlin cîgiriya Serokwezîriya Swêdê û çendîn wezaretiyên girîng di hukimeta Swêdê de kiriye…

 

Back to top button