Polîtîk

Fransa: Ji bo serkeftina Kurdistanê, çi ji destê me bê emê bikin

Êvariya îro çarşem 13.08.2014 François Hollande Serok Komarê Fransa li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiyê de Serok Komarê Fransa li parastina pêkhatên Kurdistanê û serpereştîkirina cenga dijî terorîstan de destxweşiyê li Serok Barzanî kir û wê yekê dûpat kir ku ewê ji destê Fransa bê ji bo serkeftina Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan da kêmasî nake û welatê wan bi kirdarî şandina piştevaniya serbazî ji bo Herêma Kurdistanê destpêkiriye.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo vê helwesta ku ji bo piştgîrîkirina gelê Kurdistanê de nîşan dane spasiya Serok û Hikûmet û gelê Fransayê kir û destxweşiyê li Fransa kir ku li nav welatên Ewrûpayî da ji bo alîkariya serbazî û mirovî ya gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorê da rolekî pêşrewane hebûye û ragihand ku hêvîdarîn welatên dinê cîhanê yên azadîxwaz û demokratxwaz li piştevanîkirina Kurdistanê de heman helwesta kirdarî ya Fransa li ber bigrin.

Back to top button