Polîtîk

Serok Barzanî: Dawiyê de her Kurdistan serdikeve

Bi mebesta serdankirina bereyên ceng û nirxandina meydanî û rewşa Pêşmerge û ji nêzîk ve agahdarbûna ji amadekarî û wan rêwşuwênên serbaziyên ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji bo bergirîkirin û êrîşbirina li dijî terorîstan li ber girtine îro çarşem 13.08.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêlên pêş yên bereyên rûbirûbûna hêzên Pêşmerge ya li dijî terorîstan li eniya Mexmûr, Guwêr û Xazir kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî li her sê eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazir li nêzîk ve serdana sengerên Pêşmerge kir û li gel Pêşmergeyan axivî û ji çawayiya amadekariyên Pêşmerge ya ji bo rûbirûbûn û êrîşkirina ser terorîstan hate agahdar kirin û ji aliyê fermande û berpirsên serbaziyên van eniyan ve bi hurî plan û amadehiya Pêşmerge li ruyê ure û moral û çek û rêwşuwênên xweparastin û têşikandina dijmin xistin rû û Serok Barzanî jî fermandeyên hêza Pêşmerge li rênuwênî û planên giştiyên serbazî û rewşa siyasî û serbazî û piştgîriya welatan û dostan agahdar kir.

Her li vê serdanê de Serok Barzanî li her sê eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazir gotarek pêşkêşî hêzên Pêşmerge kir û têda destxweşî û spasiya xweragiriya hêzên Pêşmerge kir û daxwaz jî kir ku rê bi tu cûre kêmasiyek nedin û li sengerên xwe de çav vekirî bin û axa Kurdistanê biparêzin bi cûreyek ku dijmin bîr li wê yekê neke ku bikarê axa Kurdistanê dagîr bike. Serok Barzanî balkişand li ser dîrokiya vê qonaxê û hestiyariya erkê hêzên Pêşmerge kir bi taybetî ku hemû dinyayê niha rêz û pêzanînê ve temaşa hêz û hîmeta Pêşmerge dikin û Pêşmerge bûye cihê hêviya hemû cîhanê ji ber ku şerê terorê dike ew terora ku tehdîde li ser hemû mirovayetî û cîhanê.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku ew şerê niha Pêşmerge dike şerekî nû û awayên wê cûda ne ji şerên din, balkişand li ser wê yekê ku ew dijmina Pêşmerge şer li gel de dike dijmineke ku tu paşaroja wan tûne û li cîhanê da nayê qebûl kirin û eger ew dijmin li ser destê gelê Kurdistanê têkbişkînin wê demê dibê ji bo Kurdistanê serweriyekî mezin. Serok Barzanî eve jî ji bo hêzên Pêşmerge li her sê eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazir xisterû ku li wê yekê dilniyayîn ku ev rewş li berjewendiya gelê Kurdistanê de bi dawî dibe û Kurdistan serdikevê û divê em hemû bîr li serkeftina gelê Kurdistanê bikin û ji kar ji bo vê serkeftinê bikin.

Back to top button